Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Ovenç jiyana xwe ji dest da

Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Rikret Ovenç ê dema ku li Bagcilarê xebatên ‘NA’ birêve dibir, kirîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Rikret Ovenç (50)ê dema ku li Bagcilarê xebatên ‘NA’ birêve dibir, di encama derbaskirina kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Ovenç ê li Qada Bagcilarê di çarçoveya xebatan de, di dema li konê ‘NA’ govend dihate gerandin de kirîza dil derbas kir, mudaxeleya destpêkê ji aliyê hevalên wî yên partiyê ve hate kirin. Ovenç ê ku piştî mudaxeleya destpêkê û şûnde rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilarê, tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin.

Cenazeyê Ovenç ê ku xizim nas û dostê wî herikîn nexwşexaneyê, sibehê piştî nimêja li Mizgefta Veysîl Karanî hate kirin û şûnde wê bê definkirin.