Peyama girtiyan: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin!

5 girtiyên di Girtîgeha Dîlokê de biryar dan ku çalakiyên greva birçîbûnê weke bêdem û bêdorveger bidomînin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

5 girtiyên di Girtîgeha Dîlokê de biryar dan ku greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger weke bêdem û bêdorveger bidomînin.

Omer Yîgît ê ku bi diya xwe Cariye Yîgît re bi telefonê axivî ku ew ê ew, girtiyên bi navê Ozgur Îsnaç, Muslum Kaya, Ahmet Saraç û Suleyman Kaya êdî greva birçîbûnê wekî ya bêdem û bêdorveger bidomînin.

Yîgît banga bihîstyariyê jî li raya giştî kir.

Yîgît diyar kir ku, piştî 10’ê Nîsanê wan 5 girtiyan biryar dane ku êdî greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger bidomînin û ew ê heta ku encamekê bistînin jî li ber xwe bidin. Yîgît diyar kir ku, ji bo aştiya hevpar a gelan wan bedena xwe dane ber mirinê û ragihand ku divê raya giştî ji bo siberoja azad li hemberî girtîgehan ne xemsar û sersar be.