Plansaziya çalakiyên li Elmanyayê hate ragihandin
Kurdistaniyên li Elmanya bi mebesta destekdayina berxwedana girtîgehan sibe li gelek navendan wê çalakiyan bikin. NAV-DEM’ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bibe.
Kurdistaniyên li Elmanya bi mebesta destekdayina berxwedana girtîgehan sibe li gelek navendan wê çalakiyan bikin. NAV-DEM’ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bibe.
Bi mebesta destekdayina berxwedana li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê sibe Kurdistanî li gelek navendên Elmanya wê li kolanan bin. NAV-DEM’ê têkildarî çalakiyan daxuyanî da û bang kir ku CPT, Konseya Ewropa û NY’yê tevbigere.
NAV-DEM’ê bal kişande ser berxwedana li zindanan û wiha got:
‘’Ji bo rabûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji bo dawîlêhatina binçavkirin, êşkence, operasyonên girtinê û serdegirtinên leşkerî û siyasî yên li ser Kurd, demokrat û muxalîfan, ji bo dawîlêhatine kirinên dij-mirovî û tehdeyê yên li girtîgehan, di serî de gelê me yê welatparêz, em bang li hemû kesên demokrat, alîgirê mafê mirovan, xwedî ûcdan û bawerî dikin ku bi bihistyarî û berpirsyarî tevlî meş û mîtîngên me yên bi asta Eyaletan a 15’ê Nîsanê bibin.’’
Plansaziya ku wê bi pêşengiya NAV-DEM û YJK-E’yê pêk werin wiha ye:
BERLÎN:
Meş û mîtîng
Adrês: Hermannplatz
Saet: 17:00
STUTTGART:
Meş û mîting
Adrês: Lautenschlagerstr.
Saet: 15:00
DUSSELDORF:
Meş û mîting
Adrês: Pêşiya DGB-haus Friedrichstraße.
Saet: 15:00
MANNHEIM:
Meş û mîting
Adrês: Pêşiya Schlosê L1,
Saet: 12:00
FRANKFURT:
Meş û mîting
Adrês: Pêşiya Hauptbahnhofê Kaiserstr.
Saet: 14:00
Essen: Meş û mîting
Adrês: Hirschlandplatz Essen
Saet: 14:00