Li 3 welatan ji bo girtiyan çalakî
Li Swîre, Awûstûralya û Elmanyayê, ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.
Li Swîre, Awûstûralya û Elmanyayê, ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, bi armaca bal bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê, çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a dorveger duh despêkiribû. Çalakî îro bi beşdariyên nû dewam kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengtiya Meclîa Jinan a Ronahî ya Basel û tevgera ciwanan a Ciwanên Azad ên Baselê de li navenda Clarplazte bi vedana konekî mezin destpêkir, di roja xwe ya 2. de didome. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate girtin û şûnde, belavoka ku bi zimanê Elmanî armaca ketina greva birçîbûnê vedibêje hate xwendin.
Di konê hatî vedan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên ku bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin daliqandin. Her wiha belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Greva birçîbûnê wê sibehê bi dawî bibe.
MELBOÛRNE
Kurdistaniyên ku li bajarê Melboûrne yê Awûstûralyayê dijîn jî, ji bo girtiyan çalakiya rûniştinê lidar xistin.
Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorya a Federatînon Sqûare a li navenda bajarê Melboûrne yê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li greva birçîbûnê de hate kirin.
Çalakgeran dowîzên mîna “Bila girtîgeh nebin malên mirinê”, “Ji bo girtiyên siyasî azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bilind kirin û dirûşim qîr kiri.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dena destpêkirin, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sarlandê ve hate organîzekirin de, ji bilî Kurdistaniyan gelek Elman jî beşdar bûn. Di mîtînga li pêşiya Galariya Europa hate lidarxistin de, axaftinên bi Tirkî, Kurdî û Elmanî hatin kirin. Di axaftinan de peyama ku girtî ne bi tenê ne hate dayîn. Daxwaz ji CPT’ê, Parlementoya Ewropa û Konseya Ewropayê hate kirin ku ji bo pêşî li mirinên li girtîgehan bigirin bi lezgîn bikevin nava tevgerê. Her wiha di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.