Yildirim: Bila ti gumanên we nebin; em ê bi ser bikevin!

HDP, çend roja mayî ji referandûmê re li Qada Îskele ya Kadikoyê bi gel re civiya. Parlementerê HDP’ê Yildirim ê ku bang li gelê ku bi alên ‘NA’ û ‘Hayir’ herikîn qada Kadikoyê ev peyam da: “Em ê bi ser bikevin; bila gumanên we nebin.”

Çend roja mayî ji refernadûmê re HDP, li Qada Îskele ya Kadikoyê bi gel re civiya. Di mîtînga Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, HEvseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û endama MYK’ê ya HDP’ê Gulûm Agaoglû beşdar bû de, rêxistinên girseya demokrat û partiyên sosyalîst jî piştgirî kirin. Girseya ku di destê wan de alên ‘NA’ û li ber stranên Kurdî û Tirkî govendê digerînin, bi yek dengî dirûşmên “Ji dîktatoriyê re Na”, “HDP gel e, gel li vir e”, “Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag rûmeta me ne” û “Bêdeng nebe, ji serokatiyê re bêje Na” qîr kirin. Di destpêkê de Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî.

 ‘EM GIRTIYAN AZAD BIKIN’

Demîr diyar kir ku AKP’ê di nava 15 salan de welat bi dilê xwe birêve bir û got: “Rêveberî bi vî awayî nabe.” Demîr destnîşan kir ku divê di 16’ê Nîsanê de hemû gelê Tirkiyeyê biçe ser sindoqan û bêje ‘NA’, dixwazin bi Rewşa Awarte zextê li gel bikin û diyar kir ku ev hewldanekî vala ye. Demîr got: “Yên ku bi pereyê gel şovan bike wê gel li ser sindoqan bersiva wê bide. Em ji xwe bawer in em ê bi NA yên xwe wan oxir bikin.” Endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsûm Agaoglû jî ya ku axaftinekî kurt kir wiha anî ziman: “Em weke jin wê li dijî hişmendiya ku jinê hepsî malê û mekûmî zarokçêkirinê dikin re bêjin ‘NA’. Ez bang li we dikim kû her yek ji we bibin Salahattînek û fîdanek. Em di 116’ê Nîsanê de biçin wan azad bikin.”

‘WÊ DEWLEMENDÎ LI GEL FEQÎRÎ Û ŞER Û AŞTÎ BÊ DENGDAN’

Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim piştî çûna elektirîkê ya dem kurt mafê axaftinê girt û diyar kir ku welat di rojên zor û zehmet re derbas dibe, dixwazin bi zilim û zextê sîstemekî ya rêvebirinê pêk bînin. Yildirim destnîşan kir ku eger di 16’ê Nîsanê de ‘Erê’ derbikeve, hişyarî da ku wê li Tirkiyeyê bûyerên ku di nava du salên dawî de qewimîn rû bidin û bi zextê rêvebibin. Wê di 16’ê Nîsanê de şer û aşît, dewlemendî û feqîrî, talan û jiyana ekolojîk, sîstema mêr û jinê bê dengdanê. Yildirim ê ku diyar kir ku wê welat bi temamî vegere sîstema girtîgehê got: “ Yên ku ewqasê bi serê yên ji derve bîne, gelo wê çi bi serê yên li girtîgehan bike.”

Yildirim bibîr xist ku bi zextên hikûmetê hmeû kanalên TV yek şêweyî dibe û wiha pêde çû: “Em ne yek in, em gelek in. Li gel Ereb, Çerkez, Kurd, Tirk û Elwiyan re gelek in. Ev dewlemendiya me ye. Eger em cudahiyên xwe winda bikin, em jî wê mîna AKP’ê û TRT’ê bibin.” Di dawiyê axaftina xwe de Yildirim wiha got: “Em ê bi ser bikevin, bila ti gumanên we nebin.”

Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê ve dewam kir.