Ramanên Ocalan li Zanîngeha Hambûrgê tên nirxandin
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" ku di çarçoveya ramanên Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi beşdariya bi sedan kesên ji welatên cuda, dest pê kir.
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" ku di çarçoveya ramanên Abdullah Ocalan de tê lidarxistin, bi beşdariya bi sedan kesên ji welatên cuda, dest pê kir.
Konferansa "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" cara yekemîn di sala 2012'an de pêk hat. Îsal a sêyemîn bi sernavê "Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê" li Zanîngeha Hambûrgê ya Elmanyayê pêk tê. Ji gelek welatên cîhanê akademîsyen, zanyar û lêgerînerên li jiyana alternatîf di konferansê de li hev civiyan. Di konferansê de wê mijarên; jineolojî, ekolojî, dîrok, felsefe, kapîtalîzm, berxwedan û avakirina jiyana nû bên nirxandin. Konferans ji aliyê Network for an Alternative Quest (Tevna Lêgerîna Alternatîf) ve tê organîzekirin. Li konferansê stant hat danîn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi zimanên Îngilîzî, Elmanî, Spanî, Îtalî û bi gelek zimanên din hatine wergerandin, tên pêşkêşkirin.
Kesayetên anarşîst, femînîst, komunîst, hawirdorparêz û tevgerên civakî, her wiha teorîsyenên çepgir tevlî konferansê bûne.
GELEK AKADEMÎSYEN TEVLÎ KONFERANSÊ BÛNE
Di konferansê de wê li dora nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser mijarên parçekirina feraseta şaristaniya kapîtalîst, alternatîfên derveyî dewletê, şêweyên avakirinê û perspektîfên siberojê nîqaş werin kirin.
Di nava qisekeran de teorîsyenê anarşîst Davîd Graeber, profesorê civaknasiyê Frank Adloff, nivîskar û aktîvîst Rahîla Gûpta, nivîskar Sîlke, ekonomîst û dîroknas Frîederîke Habermann, keça Mûrray Boockchîn Debbîe Bookchîn, rojnamevan û pisporê tevgerên civakî Raûl Zîbechî û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî hene.
BECKER: DEMA HER KESÎ TÊ
Aktor û sendîkavan Rolf Becker di destpêka konferansê de axivî û bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike: "Dayikan cesedê zarokên xwe li kolanan radikirin. Em ê niha ji van dayikan re çi bêjin? Ez zarokê şerê dawî me. Zarokê şerê duyemîn ê cîhanê me.
Ev krîza li cîhanê krîza kapîtalîzmê ye. Ev tiştekî bi zanebûn tê kirin e. Bi afirandina krîzan re dixwazin bazarên nû ava bikin. Ev bi zanebûn tê kirin. Krîza li Yewnanîstanê yan jî krîza ku hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn bê afirandin, ji bo avairina bazarên nû ye. Şerê Rûsya û DYA ye."
Rolf Becker, bûyerên li cîhanê diqewimin weke barbarî bi nav kir û got, "Rewşa ku niha diqewime, rewşeke barbariyê ye. Ji bo dewamkirina mulkiyetê, pêwîstî bi îşkenceyê dibînin. Divê serdema yên xurt û desthilatdaran biguhere. Mezin her tim mezin namîne, biçûk her tim biçûk namîne. Piştî 12 saetan dawî li şevê tê û roj hiltê."
ADLOFF : EM PIR KÊFXWEŞ IN KU EM WE DIEZIMÎNIN
Profesorê Sosyolojiyê yê Beşa Ekonomiya Sosyal a Zanîngeha Hambûrgê Frank Adloff jî diyar kir ew ji bo ku bi zanîngeha xwe malxweyitiyê li konferanseke wiha dikin pir şad in û wiha domand: ‘’Pir xweş e ku nîqaşên wiha alternatîf têne çêkirin. Kapîtalîzm tiştekî nade tenê distîne. Li vir nîqaşên me yên antîkapîtalîst û lêgerînên alternatîf girîng in’’
HOLLOWAY: ROJAVA DIÇIRISE, DILÊ MIN BI WE RE YE
Prof. John Holloway ji Meksîkayê bi dîtbarî tevlî konferansê bû û got: ‘’Ji ber ku ez ne li wir im pir xemgîm im lê bi vê rêyê jî be ji ber ku bi we re me pir kêfxweş im. Li vir tav heye, hewa xweş e û ez rehet im. Lê mirov ji bo xeyalên xwe, ji bo dinyayeke nû şer dikin. Ez heyranê hewldana wan im. Nizanim çi bibêjim lê hûn ne bi tenê ne. Hûn ên li wir û yên li Kurdistanê dijîn ne tenê ne. Çawa ku hûn bi êşa xwe ne tenê ne, bi hêrsa xwe jî ne tenê ne.’’
Prof. Holloway diyar kir kapîtalîzm ne tenê êrîşa dijî mirovahiyê ye lê her wiha êrîş ali dijî jiyanê ye jî û got: ‘’Ev sîstem dixwaze dinyaya me û mirovahiya me tine bike. Wek ku alternatîf tine be tevdigere. Dema ku wiha dike hêrsa me mezintir dibe. Tekane rê ew e ku ev hêrs veguhere pratîkê. Rojava û Zapatîsta diçirise. Di ezmanê tarî de diçirisin. Di êşa xwe de û di hêrsa xwe ya guherîna dinyayê de hûn ne bi tenê ne. Em dibêjin şoreş ne di siberojê de ye, lê di niha de ye û li vir e. Ez şoreşa Rojava slav dikim.’’
Organîzatora konferansê Havîn Guneşer jî behsa dîroka rêze konferansê kir. Guneşer got, ‘’2010’an dema ku me dest bi van konferansan kirî agahiyên giştî hebûn. Bi nîqaşên xwe yên niha em ê hewl bidin rêyên alternatîf bibînin.’’