Li 2 girtîgehên din jî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir
Li girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L û li Menemen Tîpa T’yê jî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir.
Li girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L û li Menemen Tîpa T’yê jî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê kir.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê bi mehekê dest bi greva domdar û dorveger kiribûn çalakiya xwe veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Girtiyan bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku ji her qewîşê 2 kes ketine çalakiyê û çalakiya xwe dane destpêkirin û heta ku daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan diyar kirin rêveberiya girtîgehê û qeridyan êşkencê li wan dikin, binpêkirinên giran ên mafê mirovan hene. Giritan diyar kirin ku wan tazî dikin û sehg dikin, nameyan nadin wan û ji 'werger' tine pirtûkên Kurdî nadin wan.
LI MENEMENÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN PIR ZÊDE BÛN
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgeha Menemenê Tipa T jî kete roja 9’an. Omer Akpolat ê girtî bi nameyekê diyar kir ku zexta li ser wan pir zêde bûye,li dijî vê jî 4 girtî 6’ê Nîsanê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û banga bihistyariyê kir.
Akpolat diyar kir bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de li girtîgehan mafê mirovan pir têne binpêkirin û ev agahî dan: "Pirtûkên dersan nadin hundir. Di hatin û çûyînê nexweşxane û dadgehê de pirsgirêka ewlehiê tê derxistin. Muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin. Radyoyên li odeyan kom kirin. Hevdîtin daxistin 35-40 deqîqeyî. Malbat 20 saetan rê tên lê em ancax dikarin 35-40 deqe hevdîtinê pêk bînin. Hevdîtina vekirî 2 mehan careke tê kirin. Mafê telefonê 2 hefteyan careke tê kirin. Em bi hevalên xwe re nikarin sohbet bikin. Nameyên ku em ji saziyên mafên mirovan re dişînin tên desteserkirin. Li dijî tecrîdê û binpêkirinan Rewşa Awarte 4 hevalên me di 6'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Hevalên me yêk ketine grevê Îmam Ozer, Hasan Acar, Abdulkadîr Dag, Cengîz Atsiz in."