Karayilan: Her Kurdekî bi şeref û rûmet divê bêje NA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Divê her kes zanibe; eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê dijminatiya li Kurdan zêde bibe. Ji ber vê yekê, her Kurdekî bi şeref û rûmet, divê teqez bêje NA.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.

Karayilan bibîr xist, ku di 14'ê Nîsana 1998'an de 23 gerîla tevî fermandar Zelal (Nesîbe Agirman) gihîştin şehadetê û di şexsê ferman Zelal û gerîlayên wê rojê şehîd bûn, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr anî.

HETA KU EV AX HEBE, WÊ GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ JÎ HEBIN

Karayilan bal kişand ser daxuyaniyên dewleta AKP-MHP'ê yên li ser 'qedandina PKK'ê' û diyar kir, ev gotinên derew, ji bo şerê psîkolojîk tên kirin.

Karayilan got, "Dijmin her sal vê derewê dike. Hem li ber xwe nakeve, hem jî ji derewan naweste. Her tim heman tiştî dibêje. Di sala 78'an de got, 88'an de got, 98'an de got, niha jî sala 2017 yei heman tiştî dibêje. Yanî ev mêtîngerên ku welatê me dagir kiriye, ne tenê zalim e, her wiha derewîn e, durû ye û namerd e. Bi rûmeta gel dilîze, ji bo berjewendiyên xwe, binpê dike. Hemû derewên wan ji bo vê ye. Lê divê bi vê zanibin; weke tevgera PKK'ê em gel in û hûn nikarin vî gelî tine bikin. Bav û kalên wan jî xwendin gelê me ji holê rakin, lê ji wan nehat. Gelo wê ji van bê?! Em îro rastiya Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Heta ku ev ax hebe, wê gerîlayên azadiya Kurdistanê jî hebin."

Karayilan destnîşan kir, ku dewleta Tirk konsepteke nû ya êrîşê amade kiriye û li ser vê bingehê tifaqa AKP-MHP'ê hatiye kirin. Karayilan got, "Ev dixwazin Tirkiyeyê bixin nava sîstemeke nû ya dîktatorî-faşîst û vê yekê jî dixwazin bi kuştina Kurdan bixin meriyetê."

PKK LI HER DERÊ DENG VEDIDE

Mûrat Karayilan bal kişand ser êrîşên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk xwestin, vîna Kurdan binpê bikin. Lê heta niha encamek bi dest nexistine. Hê jî ev hewldanên wan dewam dikin. Dek û dolabên wan, her wiha daxwazên wan ên ji bo êrîşî Şengalê, Rojava û Başûr bike, didomin. Bêguman dikarin êrîş bikin; em ê jî bersivê bidin êrîşên gengaz."

Karayilan destnîşan kir, hêzên wan ji her demê bêhtir xurt in û têkoşîna sala 2017'an re amade ne.

Karayilan anî ziman, li Çarçela, Amed, Garzan, Botan û her derê, di şerê heta niha de dewleta Tirk derbên giran xwariye û got, "Yên ku dibêjin 'Di meha Nîsanê de wê kes navê PKK'ê nînin ser ziman' bibînin; vaye Îro li çiyê, li deşt û bajaran, li zindan û her derê PKK deng vedide. Her cihê ku gelê me lê ye, qada têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye."

ÇALAKIYA REZANÊ PÊNGAVEKE NÛ YA TAKTÎKÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi çalakiya 11'ê Nîsanê ya li navçeya Rezan a Amedê kir û got, "Ev çalakî pêngaveke nû ya taktîkê ye. Di dîroka têkoşîna me de heta niha çalakiyeke bi vî rengî nehatiye kirin. Hêzên me heta niha timî li ser rûyê erdê çalakî kirin. Ev çalakî di binê erdê de organîze kirin. Yanî ji binê erdê çûne heta binê wê navenda polîsan û li ser vê bingehê ew der teqandine. Me heta niha kuştiyên dewleta Tirk bi temamî zelal nekirine, lê em baş dizanin ku di vê çalakiyê de bi dehan miriyên wan hene. Gava ku di dema pêş de agahiyên zelal bi dest ketin, wê bên eşkerekirin.

Wan li Rezanê derbeke mezin xwarin û ketin nava şoqê. Vê çalakiyê hemû derewên wan raxist pêş çavan. Ji bo veşêrin, gelekî hewl dan lê nekarî bûn. Ewilî gotin 'panzer teqiya ye'. Her wiha ji bo rastiyê veşêre, Erdogan bi xwe li Waliyê li Amedê geriya û şîret lê kir. Lê rewşa wê avahiya zirecêb li holê ye; wê çawa karibin veşêrin! Ji ber vê yekê, niha jî dibêjin, 'bûyer teqîn e, 3 kes mirin e'. Bi vî rengî dixwazin weke çalakiyeke ji rêzê nîşan bidin."

EV ÇALAKÎ HÊZA TEVGERA ME NÎŞAN DIDE

Karayilan diyar kir, Navenda Hêzên Taybet ên Polîsan û Şaxê TEM'ê bi erdê re bûn yek û got, ev yek asta gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê radixe pêş çavan. Karayilan got, "Eger tevgerek bêhêz be, ne di asteke ku derfetên bi vî rengî mezin bafirînin de be, wê çawa karibe 2.5 ton teqemeniyê bixe binê avahiya ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Amedê bi cih bike û biteqîne! Bêguman wê nikaribe vê bike.

Ev çalakî bi pisporî hatiye plankirin, ku bi ti awayî zerar li sivîlan nebe. Mînak; ji bo mirovên sivîl-welatparêz ên li TEM'ê binçavkirî ne zerarê nebînin, rêjeya teqemeniyê hatiye kêmkirin û tenê li avahiya polîs lê ne, hatiye bicihkirin. Bi vî awayî hatiye xwestin, ku zerareke biçûk jî li sivîlan nebe. Di vir de hesasiyeteke mezin, hostatiyeke mezin heye. Ev çalakî işaretê bi asta gerîla dike û derewên dijmin eşkere dike. Hemû gotinên dijmin ên der heqê PKK'ê de dibêje, derew in.

Ev çalakî bû destpêkeke girîng a salê. Ji xwe çalakgeran eşkere kirin ku ev çalakî hem ji bo bîranîna gerîlayên li eyaleta Amedê şehîd bûn, hem jî li dijî polîtîkayên îşkence, zilm, îzolasyon û tecrîda li zindanên dewleta Tirk bi armanca hişyariyê hatiye kirin. Ev bersiv bû û şûna xwe dît."

BILA KES XWE NEDE BER DIJMIN, JÊ RE NEBE SÎPER

Karayilan diyar kir, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xurt e û got, "Em dixwazin sala 2017'an bikin sala pêngaveke mezin."

Karayilan anî ziman, dewleta Tirk niha dixwaze vî şerî bike şerê navbera Kurdan, li Bakur û Başûr dixwaze Kurdan derxîne pêşiya wan û got, "Em jî dibêjin; bila kes xwe nede ber dijminê me, xwe ji wan re neke sîper. Di vê mijarê de rêya xwe şaş nekin. Em dixwazin bi dijminê xwe yê rastî re şer bikin. Ji ber ku ew her roj êrîşî gelê me dikin, dixwazin gelê me qir bikin, gelê me tine bikin. Çima MHP di vê astê de tevlî pêvajoyê bûye? Ji ber ku AKP îro li gorî armanca wan tevdigere, siyasetê dike. Bêguman em ê bersiva pêwîst bidin van, lê divê kes nekeve navberê. Çi cerdevan, çi jî partiyeke siyasî, divê her kes di têkiliya bi dewleta Tirk re hesabê xwe baş bike."

Karayilan ragihand, ev têkoşîn têkoşîna şeref û namûsê ye û kes nikare wan ji vê têkoşînê vegerînin. Karayilan got, "Ev têkoşîn têkoşîneke mirovên azad e. Ji ber vê yekê, divê AKP, dewleta Tirk û kesên hatine xapandin aqlê xwe bînin serê xwe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê di vê demê de ber bi azadiyê ve bimeşe û kesê nikaribe pêşî lê bigire."

DIVÊ GELÊ ME EWLADÊN XWE YÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE, BI TENÊ NEHÊLE

Karayilan di dewama axaftina xwe de hemû girtiyên di grevên birçîbûnê de ji dil silav kir, serketin ji wan re xwest û ev nirxandin kir: "Eger em hevalên li derve, bi taybetî rêveberiyê, me karîbûna wezîfeyên xwe di dema xwe û cih de pêk bianiya, îro pêvajoyeke bi vî rengî rû nedida. Heval, li dijî siyaseta qirkirinê ya AKP'ê ya li dijî Îmrali û hemû zindanan dimeşîne, vê çalakiyê lidar dixin. Îşkenceya îro li Îmraliyê tê kirin, bi rastî jî cewhera siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, helwesta van hevalan di cih de ye û wezîfeya me ye. Diviyabû me têkoşîn hîn bêhtir bi ser bixistina û rê nedabûna vê siyasetê. Ji ber bicihhatina vê wezîfeyê, îro hevrêyên li zindanan bi greva birçîbûnê hewl didin bi cih bînin. Ez careke din wan hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Barê wan giran e. Ji ber vê yekê divê gelê me bi her awayî xwedî li van hevrêyan derkeve. Çi li hundir çi jî li derveyî welat, divê tevahiya gelê Kurdistanê bi xurtî xwedî li ewladên xwe derkeve. Parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê jî pêwîste bêdeng nemînin. Xwedîderketina li wan, wê vê çalakiya van hevrêyên me bi ser bixîne."

HER KURDEKÎ BI ŞEREF DIVÊ DI REFERANDÛMÊ DE BÊJE NA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan referandûma 16'ê Nîsanê jî nirxand û anî ziman, bi vê guhertina destûra bingehîn re li Tirkiyeyê rejîmeke dîktatorî tê avakirin û Tirkiye dikeve nava xeteriyê.

Karayilan got, "Tifaqa AKP-MHP'ê, dixwaze sîstemeke tarî û fazîşan bîne serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. ji ber vê yekê, hemû alîgirên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, hemû alîgirên aştî û demokrasiyê yên li Kurdistanê, her kesên ku hurmetê nîşanî hebûna çand û gelan didin, divê bêjin NA. Bêguman em ne bawer in ku bi serketina dengê 'erê' re li Tirkiyeyê her tişt wê biqede. Şerê me wê dewam bike. Lê belê divê her kes zanibe, eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê dijminatiya li Kurdan a li Tirkiyeyê zêde bibe. Ji ber vê yekê her Kurdekî bi şeref û rûmet, divê teqez bêje NA."