Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku dîl hatiye girtin, der barê referandûma roja Yekşemê de peyamek weşand.
Peyama Yuksekdag bi vî rengî ye:
"Gelên Tirkiyeyê gihîştin radeya referandûmê. Dengdêr wê di vê radeyê de biryarê li ser ronahiyê yan jî tarîtiyê bidin.
Di nava şert û mercên gelekî giran ên zext û newekhev de deng tê dayîn. Di vê rewşê de ku gotina 'NA' qedexe ye û yên dibêjin 'NA' girtî ne, dem hatiye ku li dijî faşîzmê em bi xurtî bêjin NA.
Em li ku dibin bila bibin, em ê bi heman cesaretê, bi heman hêviyê û li heman asoyî li hev bicivin. 'Li hundir, li derve, li dersê, li rêzê' em ê bi heman dengî biqîrîn. Cihêrengiya me çi dibe bila bibe, em ê bi heman gotinê strana xwe ya pirrengiyê bistirên û bi her kesî re ji bo serketina me hemûyan em ê bêjin NA.
Ji bo dengê NA, em bi erka xwe rabin, em biçin ser sindoqan! Ez bang li gelên me dikim, ku bi jin, mêr, ciwan, extiyar, bi parêzvanên ked, xweza, aştî, azadî û edaletê, bi hemû rengê xwe bêjin NA.
Werin em careke din bêjin, bi zorê nabe. Em bedewî û siberoja xwe, bi deng û vîna xwe bi dest bixin.
Bila her dengekî me yê 'NA' bibe gotineke me ji bo siberojê, bibe mohra me a li dîrokê ketiye.
Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim, ku biçin ser sindoqan û rêya serketina me hemûyan vekin. Her tim bi hêvî, bi berxwedêrî û bi hev re..."