Çalakiya greva birçîbûnê ya li Dusseldorfê di roja 3. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê a dorveger ya li bajarê Duseldorf ê Elmanya di roja 3. de didome, li herêma Bodenseyê ji çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û pêşî li girtina mirinan a ku di 12'ê Nîsanê de destpêkirî didome.

Li bajarê Duseldrorf êElmanyayê, li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Nordheîn Westfalan çalakiya kon û greva birçîbûnê ya dorveger a ji aliyê 25 Kurdistaniyan ve hatî destpêkirin di roja 3. de didome.

Çalakliya îro Meclîsa Jinan, Komîn û Însiyatifa ku dibin banê Yekitiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) xebatan dide meşandan dewr girt.

BODENSE

Li bajarê Frîedrichshafen yê girêdayî herêma Bodensee bi pêşnegtiya Navenda Çanda Mezopotamyayê ji bo piştgirî dayina berxwedêrên zindanan meşek hat lidarxistin.