Rapora İHD'ê: Sala 2016'an 'Sala herî reş' bû

ÎHD'ê binpêkirinên mafan a sala 2016'an kir rapor. Li gorî vê raporê 594 înfazên bêdaraz hatin kirin. Di raporê de hat gotin ku pêwîste xwedî li Mûtabakata Dolmabahçeyê derbikeve û bi demildest bi Ocalan re hevdîtîn were kirin.

Navenda Giştî ya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya binpêkirinên mafan a 2016'an eşkera kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar, Endamên MYK'ê Husnu Ondul, Îsmaîl boyraz, Adnan Vural û Sevîm Salîhoglu beşdar bûn.

'JI 1999'AN HETA NIHA SALA HERÎ REŞ'

Turkdogan ê rapor eşkera kir sala 2016 sala "herî reş" binav kir û wiha got: "Sala 2016'an ji 1999'an heta niha sala herî reş e."

Turkdogan mirinên li jêrzemînên Cizîrê bi bîr xist û diyar kir ku ev mirin di rojeva Neteweyên Yekbûyî de ye. Turkdogan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina van mirinan NY, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê tedbîr negirtine û ev nêzîkatiya rojava cesaret daye îktîdara siyasî ya Tirkiyeyê.

Turkdogan destnîşan kir ku binpêkirinên mafan piranî ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd diqewime û wiha berdewam kir: "Li gorî me Tirkiye bi Mûtabaqata Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibata 2015'an a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû diyarkirin û li Ofîsa Serokwezîriyê hate eşkerekirin dikare bi riyên demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bike."

Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul jî got ku 2016 di dîroka Komara Tirkiyeyê de li gelek noqteyan bi rekoran ve tijî ye, niha 210 hezar girtî hene ev rekor e, 13 parlamenter girtî ne ev rekor e, 926 girtiyên nexweş rekor e, di dîroka komarê de ev nehatine dîtin.

Hin xalên di raporê de wiha ne:

MAFÊ JIYANÊ

* Di 2016'an de 594 kes bi awayeke înfaza bêdaraz hatin kuştin.

* Di şer de 629 leşker, polîs û cerdevan mirin 1003 mîlîtan 39 sivîl bi temamî hezar û 669 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama mayîn û teqîna bombeyan de 14 jê zarok 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Di cînayetê nifrînê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Di encama êrîşa li dijî jinan 394 jinan jiyana xwe ji dest dan.

* Di binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan de 21 zarokan întihar kirin, 60 zarokan jî di nava jiyana civakî de jiyana xwe ji dest dan.

ÊŞKENCE, MUAMELEYA XIRAB

* 284 jê zarok 5 hezar û 606 kes li saziyên dewletê rastî îşkence û muameleya rûmet şikandinê hatin.

* 14'ê jê zarok 830 kes di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin.

* Jibilî cihên binçavkirinê 17 jê zarok 628 kes rastî êşkence û muameleya xirab hatin.

* Li girtîgehan hezar û 348 kes rastî êşkenceyê hatin.

QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN

* Di sala 2016'an de binpêkirina herî mezin ya mafên mirovan qedexeya derketina kolanan bû. Li gorî daneyên girtek û belgeyan ên TÎHV'ê ji 16'ê Tebaxa 2015'an de qedexeya derketina kolanan dest pê kir û heta 31'ê Çileya 2017'an berdewam kir. Di 18 mehên qedexeya derketina kolanan de li Amedê 100 caran, li Mêrdînê 23 caran, li Colemêrgê 19 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bedlisê 4 caran, Êlihê, 3 caran, li Mûşê 2 caran, li Çewlikê 2 caran, li Dersimê 2 caran û li Xerpêtê carekê bi giştî li 10 bajaran û herî kêm 39 navçeyan bi giştî 169 rojan bê navber qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

* Berî qedexe dest pê bike li gorî jimartina nifûsê ya 2014'an li navçeyên navborî herî kêm milyonek û 900 hezar mirov mafê wan ê jiyanê hatiye îhlalkirin û ketine bin bandora van qedexeyan.

* Di sala 2016'an de 594 bûyerên înfaza bê daraz pêk hatiye. Piranî di serdema qedexeya derketina kolanan de pêk hatiye.

* Li bajar û navçeyên ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlankirin, herî kêm 500 hezar mirov warê wan hatiye xerakirin û neçar mane koçber bibin.

TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ

* Di sala 2016'an de di qada civakî û di nava malê de di encama tundiyê de 361 jin hatin kuştin. Ji ber tundiyê 33 jinan întîhar kiriye.

* Di vê pevajoyê de 763 jin birîndard bûne. Tundiya li dijî jinan li gorî sala berê zêdetir bûye.

* Di sala 2016’an de ji ber şer û tundî serdest bû, vê tundiyê bandora xwe li ser jinan jî kiriye.

ÎHLALÊN LI DIJÎ MAFÊN AZADIYA KES

* Di vê pêvajoyê de 504 jê zarok bi giştî 13 hezar û 957 mirov hatin binçavkirin.

* 133 jê zarok bi giştî 3 hezar û 336 kes hatin girtin.

* Welatiyekî kurd ji aliyê hevalê xwe ve hat şewitandin û kuştin.

* 48 xwendekarên kurd, 15 karkerên kurd, 5 rêveberên Amedsporê, 3 welatiyên kurd û 10 welatiyên elewî rastî tundiya nijadperestan hatin.

* Hevserokên HDP'ê jî di navde 13 parlamenter hatin girtin. 84 hevşaredarên DBP'ê ji peywirê hatin girtin. Dewletê dest danîye ser van şaredariyan. 83 hevşaredar û 135 hevserokên HDP'ê yê bajar û navçeyan hatin girtin.

* Heta sibata 2017'an 17 jê xwediyê îmtîyazê bi giştî 152 rojnameger girti ne.

* Li bajarên kurdan 23 leşker û polîs hatin desteserkirin.

* Mafê welatiyên elewî yên wekheviya welatiyê di sala 2016'an de pêk nehat.

ÎHLALÊN MAFÊN AZADIYA RAMANÊ

* Di sala 2016'an de 86 şahî hatin qedexekirin.

* 26 saziyên weşanê rastî serdegirtinê hatin. 192 saziyên weşanê hatin qedexekirin. 2 hezar û 17 saziyên medya hatin girtin.

QEDEXEYÊN CIVÎN Û XWEPÊŞANDANAN

* Piştî Rewşa Awarte walîtiyan çalakî û xwepêşandan qedexe kirin. Li çihê qedexe tune bûn jî polîs û leşkeran mudaxaleyî 308 xwepêşandanan kir.

ÎHLALÊN LI DIJÎ AZADIYA RÊXISTINBÛNÊ

* Di 2016'an de 2 Malên Gel, 1 Mala piştgiriya perwerdehiyê, 12 komele, 2 pirtûkxane, 1 kulubû sporê, 5 navendên çandê, rastî serdegirtina polîsan hatin.

* Polîsan bi ser 142 avahiyên partiyên siyasî de girt. 79 avahiyên HDP û BDP'ê rastî serdegirtina polisan hat.

* Di 2016'an de Hezar û 570 sendika, vakıf û komele hatin girtin.

BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ

* Di navbera 21'ê Tîrmeha 2016 -23 Sibata 2017'an de 100 hezar û 797 kes ji kar hatin îxrackirin. 16 hezar û 475 endamên sendîkayê rastî lêpirsînê hatin.

ÎHLALÊN LI DIJÎ MAFÊN PERWERDEHIYÊ

* 119 xwendekar ji ber tevlêbûna şahiyan ji zaningehê hatin dûrxistin. Ji ber qedexeya derketina derve 300 hezar xwendekar ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêbar man.

GIRTÎGEH

* Li girtîgehan hezar û 15 mafê tenduristiyê, 204 mafê ragihandinê, hatin binpêkirin. 533 kes rastî cezayê dîsîplînê hatin. 2 hezar û 227 kes hatin sewq/sirgûnkirin.

* Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 1'ê Mijdara 2016'an li girtîgehan 197.297 girtiyên rastî ceza hatinebi giştî 210 hezar girtî hene.

* Di sala 2016'an de li girtîgehan ji ber şert û mercên giran, zext, îşkence, întîhar, nexweşî, qeza û binpêkirina mafan 35 kesan jiyan xwe ji dest dane.

* Bi qasî ÎHD'ê tespît kirine, 331 jê giran bi giştî 926 girtiyên nexweş hene.

TECRÎDA LI SER OCALAN

* Îktidara AKP'ê bi efûya Rewşa Awarte ya sergirtî nêzî 100 hezar kes ji girtîgehan serbest berdan. Li gel hemû mafê hiqûqî û zagonî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tecrîd berdewam dike. Divê ev tecrîda giran bi lezgîn bi dawî bibe. Divê malbat û parêzer bi lezgîn hevdîtinan bikin.

Di encama raporê de wiha hat gotin:

* Îro li Tirkiye ji milê mafên mirovan de tişta ku pêk bê tenê daxwazek heye. Ev jî divê bi lezgîn aştî pêş bikeve. Li cihê ku aştî tune be mafê mirovan nayê parastin û şertê parastina mafên mirovan çênabe.

* Şertê pêşîn ê demokrasiyê azadiya ramanê ye. Niha li Tirkiye mafê azadiyê di bin rêveberiya otorîter de tê eciqandin. Li Tirkiye di şertên rêveberiya leşkerî de behsa demokrasiyê nayê kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna demokratik nebe nabe ye.

* Pir aşkere ye ku pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Em bang li Îktîdara siyasî dikin ku li deklerasyona Dolmabahçe ya 28'ê Sibata 2015'an xwedî derkeve û pêk bîne. Em dixwazin vîna aştî û demokrasiyê ku di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de derxist holê nas bike û biparêze.

* Rewşa Awarte û Birarnameyên di Hikmê Qanûnan de rejîma darbeyê ye. Divê bi lezgîn dawî li vê rejîmê bîne û Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de werin rakirin.

* Divê îhlalên ku niha berdewam dike bi lezgîn bi dawî bibin. Divê berpirsiyarên van îhlalan bên darizandin û cezakirin.