Li Kasselê çalakiya piştgiriyê
Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê meşiyan.
Kurdistaniyên li Kassel û derdora wê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê meşiyan.
Ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê dijîn, meşiyan.
Çalakvan li pêşiya postaxaneya navendî ya Kasselê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşê li Frîedrîch Platzê mîtîngek hate lidarxistin.
Di dema meşê û mîtîngê de li ser grevên birçîbûnê, daxwazên girtiyan û şert û mercên ew di nav de ne, belavok hatin belavkirin.