BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê destpê kir

Ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê re bê dayîn ku di roja 58'an de ne, li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê greva birçîbûnê destpê kir.

 

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê ku li dijî zextên dîktatoriya AKP-Erdogan destpê kirin, di roja 58'an de ne. Li Ewropayê jî ji bo destekkirina berxwedêran çalakî tên lidarxistin. Komek ji rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Nêzî 500 kesên ku li pêşiya avahiya KE ya li Strasbûrg a Fransayê kom bûn, li pêşiyta avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) daxuyaniyekî ya çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser grevên birçîbûnê yên li zîndanên Tirkiyeyê didome. Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, gelek rewşenbîr û akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bi zimanê Fransî, Kurdî û Tirkî daxuyanî hate xwendin, bal kişandin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehê Tirkiyeyê ku ketiya roja 58’an û gihiştiye asta kirîtîk. Hat bibîrxistin ku li 29 girtîgehên li Tirkiyeyê nêzî 200 girtiyên siyasî li greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku girtî li dijî şert û mercên dij mirovahiyê û mafên mirovî bedena xwe kirine mertal.

HIŞYARIYA ‘GELEK GIRTÎ GIHIŞTINE SÎNORÊ MIRINÊ’

Daxwaza girtiyên ku ketine gireva birçîbûnê ya sereke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sepandina pêkanînên ku li ser girtiyên siyasî, heqaretên gardiyanana ên ji bo malbatên girtiyan û têkildarî sînordarkirina mafê dermankirinê yên girtinayn bi dawî bikine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji çalakgerên greva birçîbûnê ku 37 jê jin in, gelek ji wan gihiştine sînorê mirinê, gelek girtî jî ev nêzî 60 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di daxuyaniyê de fikarên di derbarê zextên li ser saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de jî hate ziman, hat bibîrxistin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ya li ser Kurdan û muxalîfên din û şûnde, zext û çewisandinên mezin pêk hatin.

YEKANE RÊBAZA BERXWEDANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ MA

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Jinê KJA û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên li girtîgehan jî beriya du hefteyan diyar kiribû ku wê dest bi grevê bikin, bal hate kişandina ser ku greva birçîbûnê ji bo girtiyên siyasî yekane rêbaza berxwedanê ya mayî bû.

DAXWAZÎ TÊ KIRIN KU BILA CPT Û KONSEYA EWRÛPAYÊ GAVAN BIAVÊJIN

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelek parlementerên HDP’ê nûnerên saziyên Kurdan ên li jêr banê KCDK-E’yê ketine greva birçîbûnê û daxwaz jî wiha hatin rêzkirin:

-Divê Tirkiye girîngiyê bide daxwazên meşrû yên girtiyên di girtîgehan de,

-Divê CPT bi awayekî lezgîn biçe kontrola girtîgehên li Tirkiyeyê,

-Divê Konseya Ewrûpayê bi lez têkiliyê bi rêveberiya Tirkiyeyê re deyne.

KESÊN KETINE GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI STRASBOÛRGÊ

Ev kes ketine greva birçîbûnê:

“Parlementerên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E’yê (Kongreya Civakî ya Kurdan a Demokratîk ya Ewrûpayê) Yuksel Koç, Hevseroka NAV-DEM’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Elmanyayê) Fatoş Goksungur, Hevseroka NAV-BEL’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Belçîkayê) Arîfe Soysuren, Hevserokê DEM-NED’ê (Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Hollandayê) Huseyin Yildiz, Hevserokê FEDA’yê Velî Kaya, Nûnerê CÎK’ê Mele Mistefa, Rojava, Rojhilat, NAV-YEK, nûnera TJK-E’yê Hanim Engîzek, nûnerê Ciwanên Azad Ahmet Yildirim û nûnerên Malbatên Winda û Mexdûran.”

Ji bo piştgiriya çalakiyê jî ev kesên hanê beşdarî greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger bûn:

“Ahmet Nesîn (Rojnamevan), Pinar Aydinlar (Hunermend), Fîlîz Koçalî (Siyasetmedar/Rojnamevan), Ûtkû Sayin (Akademîsyê Aştiyê), Azîz Tûnç (Nivîskar), Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan (Akademîsyen/Hevberdevkê HDK-A’yê yê Fransayê), Îbrahîm Çîçek (Rojnamevan), Fusûn Erdogan (Rojnameger), Demîr Çelîk (Hevberdevkê HDK-A’yê).”

HEYETEK LI AVAHIYA CPT’YÊ YE

Piştî daxuyaniyê, heyeta ku Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî di nav de ji bo ku daxwazên xwe ragihînin, ketin avahiya CPT’ê. Tê payîn ku heyet li vê derê bi rayedarên CPT’ê re li ser grevên birçîbûnê hevdîtinekê bikin.