'Divê em hîn bi xurtî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin'
Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Parlamenta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Parlamenta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kirin.
Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên li Tirkiyeyê tên lidarxistin, zêde dibin. Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Parlamenta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Wûppertalê û derdora wê dijîn, greva birçîbûnê ya dorveger a li ber avahiya parlamenta eyaleta NRW, dewr girtin.
Mûhlîse Bîngol, Pakîze Kaya, Bedran Dagli, hunermend Welat û Şemsettîn Mûş ên beşdarî grevê bûn, bang li raya giştî kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe.
'DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARÎ RABE'
Mûhlîse Bîngol: Bû 58 roj ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Çalakiya herî bêguneh a ku mirov dikare bike, greva birçîbûnê ye. Ji bilî bedena xwe, tiştekî ku girtî karibin pê li ber xwe bidin nîne. Ev 58 roj in di greva birçîbûnê de ne û gihîştine ber mirinê. Dibe ku ji îro û pê ve xisarên mayînde li wan rû bide û organên wan zerarê bibînin. Ez li bendê me ku bi taybetî gelê Kurd di vî warî de bi hişyarî û berpirsyarî tevbigere. Bi vê çalakiya xwe re em hewl didin bala parlamenteran bikişînin ser grevê.
Pakîze Kaya: Ji bo silavkirina çalakiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û dayina piştgiriyê ji bo wan, em çalakiyê lidar dixin. Rejîma Erdogan û AKP'ê, mîna li her qadê, li zindanan jî zilm zêde kiriye. Zêdekirina zilmê bidawîbûna wî jî radixe pêş çavan.
'DI SERÎ DE CIWANÊN KURD, LAZIM E HER KES BI ERKA XWE RABE'
Bedran Dagli: Ji Ciwanên Azad, ji bo hişyariya ciwanan nîşan bidim, ez tevlî çalakiyê bûme. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo piştgiriya rojiya mirinê ya li girtîgehan divê li qadan bin, tevlî çalakiyan bibin.
Hunermend Welat: Divê her Kurd, extiyar, ciwan, zarok, jin her kes piştgiriyê bide berxwedana zindanan. Li hemû parçeyên Kurdistanê konsepteke tinekirinê li dijî gelê me tê meşandin. Ji ber vê yekê, ji bilî mezinkirina berxwedanê ti şensê me nîne. Pêwîste em li dijî vê zilmê xurt bin û bi xurtî li ber xwe bidin. Ji bilî vê ti alternatîfa me nîne.
'DIVÊ DAXWAZÊN ÎNSANÎ YÊN BERXWEDÊRÊN GIRTÎGEHAN BÊN QEBÛLKIRIN'
Şemsettîn Mûş: Rêveberiya Erdogan û AKP'ê, nûnerên me, hevşaredarên me, siyasetmedarên me girt. Li zindanan şert û mercên gelekî giran ferz dike. Girtî ji ber ku neçar man, ketin greva birçîbûnê. Ez berxwedêrên zindanan silav dikim. Bêxemiya medyayê jî şermezar dikim. Bû 58 roj, hê jî doktor nikaribin biçin wir û kontrolê bikin. Em ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û saziyên navneteweyî dixwazin, ku ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan bikevin nava tevgerê.