KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP’ê ji bo mîtînga Amedê banga tevlîbûnê kir
Hevserokên HDP’ê yên Amedê banga tevlîbûna mîtînga 6’ê Tebaxê ya bi dirûşmeya “Çareserî em in” kirin. -
MEBYA-DER'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî cenazeyên gerîla da
Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî cenazeyên gerîla da. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin. -
Milîsên Terzî Fîkrî yên HBDH'ê li dijî wesayita zirxî çalakiya bombeyî kirin
Milîsên Terzî Fîkrî (Fîkrî Sonmez) ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê li hemberî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep çalakiyeke bombeyî kirine. -
Malbata Şenyaşar: Li ber deriyê edliyeyê berxwedaneke dîrokî heye
Malbata Şenyşar ku li Rihayê zêdetirî 500 roj in têkoşîna ji bo edaletê didomîne, diyar kir ku li ber deriyê edliyeyê li dijî zilmê berxwedanek dîrokî heye. -
Fermandarê ku çiyayê Şengalê bi tîmekî parast: Memo Mêrdîn
Fermandarê HPG'ê Memo Mêrdîn ku sala 2017'an li Cûdî şehîd bû, qala wan rojên ji êgir kiribû, ku Çiyayê Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi tîmekî parastin. -
Dîmenê hovîtiyeke din a artêşa Tirk: Kûçikan bi zorê dişîne nava tunelên şer
Dîmenê wê yekê eşkere bû, bê artêşa Tirk kûçikekî çawa amade dike û bi zorê bi ser Tunelên Şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve dişîne. -
Li Colemêrg û Wanê zarok ji ber ava gemarî nexweş dikevin
Li Colemêrg û Wanê hejmara zarokên ku ji ber verişîn, navçûyîn û tîna zêde ya laş serî serî li nexweşxaneyê didin, gelekî zêde dibe. Hevseroka Şaxê Colemêrgê ya SES'ê Gulay Çetîn got, divê ava vexwarinê bê kelandin û piştre ji zarokan re bê dayin. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Alkan nebaş dibe
Îbrahîm Alkan ê 67 salî li Girtîgeha tîpa F a Wanê tê girtin û rewşa wî ya tenduristiyê xerab dibe. Bûka Alkan Pinar Alkan got, "Her roja ku em bêdeng dimînin, li girtîgehê mirov dimirin" û banga hestiyariyê kir. -
Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
Li gundê Zêvkan ê girêdayî navçeya Geverê 6 kesên ku waliyê bajêr ew wek “endamên rêxistinê” hedef dabûn nîşandan hatin destgîrkirin. -
Aydenîz: Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, têkildarê birîna daran a li Şirnexê dewam dike daxuyanî da û got: “Ev talana ku li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya şer e.” -
Çalakiyên gerîlayan ên ji bo silavkirina berxwedana di tunelan de didome
Hêzên Botanê ji bo silavkirina berxwedana di tunelên şer de çalakiyek li dar xistin. Herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin. -
Li Newsûdê 10 kolber birîndar bûn
Li ser sînorê Newsûd a Pawe, hin ji wan ji ber gulebarana hêzên Îranê û hin jî ji ber ketina ji bilindahiyê bi giştî 10 kolber birîndar bûn. -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em ê li ser şopa hevalên xwe biçin û em ê teqez xeyalên wan pêk bînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê layiqî şehîdên xwe bin.” -
Xizmên windayan li aqûbeta Yildiz pirsîn
Xizmên windayan li aqûbeta Mehmet Yildiz ê ku di sala 1992’an de di dema destgîriyê de hatibû windakirin hate pirsîn. -
Pênciwênî: Bi Komkujiya Zaxoyê re PDK jî hay ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbû -II
Pênciwênî: Piştî Komkujiya Zaxoyê, hem Iraq hem jî PDK haya wan ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbûn. PDK zanî ku ev yek wiha biçe, wê tu rola wan jî nemîne. Eger Mûsil û Kerkûk hatibin girtin, wê bi Hewlêr û deverên din bi tenê çi bike. -
‘Bi şehadetên xwe jiyana nû weke mîrate li pey xwe hiştin’
Gerîllayên HPG’ê Argeş Zagros û Cîger Efrîn dema ku sala borî di meha Tîrmehê de li ser erka xwe bûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a qirker û faşîst de şehîd bûn. Hevalên wan ew bi bîr anîn. -
Rejîma Tirk bi fitne û fesadiyê dixwaze navbera Kurdan û Azeriyan xirab bike
Li sînorê bajarên Mako, Selmas û Xoy ên girêdayî Wanê ji ber fitne û fesadiya rejîma Îranê û dîsa hewldanên destwerdanê yên Tirkiyeyê û komên bi ser wê di navbera Kurdan û Azeriyên ku bi salane bi hev re dijîn nakokî derdikevin. -
Hat îdiakirin ku 2 kesên ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatin qetilkirin, sivîl in
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû di daxuyaniyê de gotibû ku li Qelqeliyê “2 PKK’yî hatine kuştin.” Hat îdiakirin ku ji kesên hatin qetilkirin yek welatiyekê ku li gundê Bexlecî ya Îranê dijî ye û yê din jî penaberek e. -
Gerîlayên HPG’ê 12 dagirker ceza kirin û derb li helîkopterekê xistin
Tîmên bi tevger ên gerîlayên HPG’e li Zap, Avaşîn, Metîna û Avaşînê di çalakiyan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin û derb li helîkopterekê dan. Dagirker li hemberî gerîlayan neçar man, çekên kîmyewî û bombeyên nukleer bi kar anîn. -
Li Şino ciwanek û 3 zarok hatin destgîrkirin
Duh hêzên Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek û 3 zarok destgîr kirin. Aqûbeta kesên hatine destgîrkirin wan nayê zanîn. -
Dîmena wesayîta Akrep a ku hate rûxandin
Gerîla TV’yê dîmenê wesayîta zirxî ya Akrepê weşand ya ku di 8’ê Tîrmehê de li Çemçoyê tevî dagirkerên di nava wê de hatibû îmhakirin. -
Balafireke keşfê li ser asîmanê Mexmûrê digere
Ji siharê ve li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balafireke keşfê bi nizmî difire. -
Pênciwênî: Tişta berî 5 salan me got, îro Iraqê nû bawer kir –1
Pênciwênî: Beriya niha 5 salan me digot ku dewleta Tirk hatiye beşek li herêmê dagir kiriye û beşek Iraqê dagir dike, mijar ne PKK, ne ‘teror’ e. Ev yek dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. -
Selah Saleyî: MÎT’a Tirk desthilata herêma Kurdistanê bi rê ve dibe
Çavdêrê siyasî Selayî anî ziman “Ji bo destihaleteke ku li Başûrê Kurdistanê cihê mixabinî û şermezariyê ye ku ji bo berjewendiya hizbî bazirganiyê bi xwîna Kurd û pêşeroja gelê Kurd dike.”