KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em bi felsefeya Rêber Apo li dijî dijmin têdikoşin'
Gerîlayê HPG'ê Hogir Amanos diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ew tevlî nava refên gerîla bûye û got, "Em bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna herî mezin li dijî dijmin dimeşînin." -
Şengalî: Vegera li Şengalê wê bibe hesabpirsîna ji fermanê
Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî anî ziman, ku Êzidiyên beriya niha ferman li wan rabûn ji ber ku li xaka xwe venegeriyan, mal, milk û zeviyên wan ji dest çûn û got, heman metirsî niha jî li ser Şengaliyên koçberbûyî heye. -
Li Mexmûrê Meşa Meşaleyî: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî Dehaqê serdemê serhildanek e
TJCM û TCM’ê bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li Wargeha Mexmûrê meşek meşaleyî lidar xist. Bang li ciwanan kirin ku hê xurtir tevlê serdema nû bibin. -
‘Eger grev bidome, wê metirsî li ser jiyana wan çêbibe’
Desteya Mafê Mirovan serdana girtiyên Behdînan ên li Hewlêrê kir û da zanîn ku eger greva birçîbûnê bidome, wê metirsî li ser jiyan û tenduristiya wan çêbibe. -
Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê çalakiyek kir
Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH’ê ragihand ku wan Ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê rêya trafîkê ya Amed-Rihayê girtin û li dijî Tirek a kesekê piştgiriyê dide rejîma faşîst çalakiyek a sabotayê kir. -
Şêx Cengî: Helwesta desthilatê rê li ber raperîna bi çek vedike
Lahor Şêx Cengî bal kişande ser helwestên desthilatê yên li hember xwepêşanderan ên demê dawî û got: “Desthilat wiha nêzîkî gel bibe, wê rê li ber raperîneke çekdarî veke ku ne bi daxwaza kesê ye.” -
‘Hikûmeta Iraqê biryara boykotkirina malên Tirk bide em ê piştgiriya biryarê bikin’
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyeyê têkildarê boykota malên Tirk ên li Herêma Kurdistanê got ku ew wek ode, li benda hikûmeta Iraqê ne ku biryara boykotkirinê bide. -
Li Bane kolberek hat qetilkirin li Nodşe kolberek hat êşkencekirin
Hêzên Îranê sînorê li ser sînorê bajarê Bane kolberek qetilkirin û li sînorê Nodşe jî êşkence li kolberekê kirin. -
Operasyona Şoreşgerî ya Gerîla: 39 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayan di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de 39 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin. -
Sancar: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de eşkere bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Amedê serdana partiyên Kurd kir û diyar kir ku wê Tifaqa Demokrasiyê di 25'ê Tebaxê de ji raya giştî re eşkere bikin. -
Li Merîwan û Sine 2 jîngehparêz hatin destgîrkirin
Hat zanîn ku çalakvanek jîngehparêziyê li Sine û yek jî li Merîwanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine destgîrkirin. Têkildarê aqûbeta wan tu agahî nayê standin. -
Malbata Şenyaşar: Bila daxwazên me yên mirovî werin bicihanîn
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîn, xwest ku êdî daxwazên wan ên mirovî û huqûqî werin bicihanîn. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' a şehîdên xwe teqez pêk bînin." -
Fermandarekî gerîla ku bi dawetê derkete serê çiyê: Hebûn
Welat Şehmûs Kaya daweta xwe di 15'ê Tebaxê de çêkir û şeva dawetê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku rojeke Tebaxê şehîd bû, bi navê Hebûn mîrateya berxwedanê ji gelê Kurd re hişt. -
Piştî mîtîngê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
Piştî mîtînga “Çareserî em in” a li Qada Îstasyonê, ciwanan dest bi meşê kirin û tevî êrîşên polîsan jî dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” berz kirin. -
Sancar: Yên dibêjin qey wê bi dek û dolaban HDP’ê biqedinîn bila li vê qadê baş binihêrin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku hêza wan a şerê ku desthiltdarî dike, bi dawî bikin heye û wiha got: ‘’Werin em li dijî vî şerê yekîtiya herî mezin ava bikin. Divê em pergala şer û mêtinkariyê biguhêrin.’’ -
Di xwepêşandanên li Başûr de bi dehan kes hatin destgîrkirin
Bi dehan kesên bi banga Tevgera Nifşê Nû ji bo xwepêşandanên protestoyî hatin bal hev, li Hewler û Silêmaniyeyê hatin destgîrkirin. -
Çalakiyên bîranîna 15’ê Tebaxê: 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
Tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî ya girêdayî HPG’ê bi kordîneyî çalakiyên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirekr giran birîndar bûn, 2 çeper û cebilxane hatin rûxandin. -
Amediyan ji AKP’ê re got: Dijminahiya li Kurdan wê dawiya we bîne
Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk ê ji Qada Stasyonê bang li desthilatê kir got: “Çareserî ne li Soç, li Azadiya Abdullah Ocalan e.” Hevseroka DBP’ê Salhîa Aydenîz jî vîna di rêxistinkirin û azadiyê de kilîd bûye silav kir. -
Li Amedê mîtinga bi deh hezaran destpê kir
Mîtinga HDP’ê ya ku bi dirûşmeya “Çareserî em in” li Qada Îstasyonê lidar xistî, bi ruxmê provokasyonên polîsan bi sirûda “Çerxa Şoreşê” destpê kir. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulistan Atasoy wiha got: “Amed hêviya demokrasiyê ye, sekeftin bi xwe ye.” -
Amedî, ber bi Qada Îstasyonê ve diherikin
Beriya mîtînga HDP’ê ya bi dirûşmeya “Çareserî em in”, gel diherikin Qada Îstasyonê. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 mobese hatin îmhakirin
HPG: Bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Di heman demê de çeperek û du pergalên kamerayê yên mobeseyê jî hatin îmhakirin. -
Hêzên PDK’ê li Hewlêrê rojnamevanekî din jî destgîr kir
Hêzên PDK’ê li Hewlêrê rojnamevan Eyûb Elî Wertî destgîr kirin. -
Nobeta Malbata Şenyaşar didome
Berxwedana ku malbata Şenyaşar li hemberî AKP’yiyên ku qetlîam kiribû di roja 516’an de didome. -
Li aqûbeta Gunkan ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat ‘windakirin’ hat pirsîn
Xizmên Windayan, ji bo Mehmet Gunkan ê ku bi zorê li qereqolê li helîkopterê hat siwarkirin û 28 sal in agahî jê nayê girtin hatin cem hev.