Li Newsûdê 10 kolber birîndar bûn

Li ser sînorê Newsûd a Pawe, hin ji wan ji ber gulebarana hêzên Îranê û hin jî ji ber ketina ji bilindahiyê bi giştî 10 kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke Kolbernewsê hatiye gotin ku duh li ser sînorê Mîle yê Newsûd a girêdayî bajarokê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber dema kolberî dikirin rastî gulebarana hêzên Îranê hatin.

Di encama reşandina guleyan de 4 kolber ên bi navê Dilawer Feramerzî xelkê gundê Tîn a Pawe, Heyder Xodkamê xelkê Pawe, Kosar Xosrewî û Elî Behramî xelkê gundê Tîn a Pawe birîndar bûne.
Her wiha hatiye gotin ku di dema kolberên din xwestine ji gulebarana hêzên Îranê birevin, li wir jî 6 kolberên bi navê Nîma Heyderî, Seîd Mêhrebanî û Şayan Zehmetkêş ku xelkê gundê Tîn a Pawe ne, her wiha Layêq Îsmaîlpûr, Cewad Feramerzî xelkê Pawe û Ebdul Ebdulî xelkê gundê Nûryab a Pawe ji bilindahiyan ketine xwarê û birîndar bûne.

Kolberên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên bajarokê Pawe.