KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kara: Ji ber têkçûna DAÎŞ’ê, hêrsa Erdogan a li hemberî Kurdê bi rûmet zêde bûye
Yûsif Kara da zanîn ku serokomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan dixwaze ku bi êrîşên hewayî yên li ser Mexmûrê û gefên ku li Rojava dixwe, tola têkçûna DAÎŞ’ê hilîne û got: “Îradeya ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirî, wê li dijî faşîzma Erdogan jî şer bike.” -
Li dagirkerên li Sîrê hate xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo diyar kir wan li qereqola Sîrê dane. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 2 dagirkerên di çeperên de hatine cezakirin. -
PDK’ê 2 jê rojnamevan, 3 kes revand
Hêzên PDK’ê li Duhokê 2 rojnamevan û berpirsê Tevgera Nifşê Nû revand. -
Tora çeteyên ku êşkence li penaberan kirî derket holê
Endamên şebekeyê ku komek penaberên ku dixwestin ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin êşkence dikirin, bi piştgiriya leşkeran li gundên ser sînor her cure karên neqanûnî dikin. Nav û wêneyên van çeteyên ku êşkence li penaberan dikirin hatin eşkerekirin. -
Partiyên Başûrê Kurdistanê: Mafê Êzidiyan e ku xwe bi rê ve bibin û biparêzin
Partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê gotin “Gefên berdewam ên ku Tirkiye li ser Şengalê dike metirsîdar e, ji ber ku tişta ku DAÎŞ’ê nekarî di qirkirina Êzidiyan de bike, Tirkiye hewl dide pêk bîne.” -
Şevger: Di Rojhilatê Kurdistanê de wê her tim ji bo me bibin soz, mînak û peyman
Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger şehîdên bi rûmet ên ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê û hevkariya xwefiroşan de şehîd bûne bi bîr anî û da zanîn ku ew ê teqez hesab ji dagirker û xwefiroşan bipirsin. -
Girtiyên Girtîgeha Wanê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî, li dijî êşkenceyên ku li Girtîgeha Wanê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê kir. -
Malbatên Girtiyên Behdînanê: Zarokên me li ber mirinê ne
Malbatên girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku rewşa zarokên wan ber bi mirinê ve diçin. -
HPG: Helîkoptereke Atak hate xistin, 10 dagirker hatin cezakirin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin
Ber bi nêzbûna Pêngava 15’ê Tebaxê re çalakiyên gerîla jî zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, helîkoptereke Atak hate xistin û wesayîteke zirxî hate îmhakirin. -
‘Gelê Şengalê bi rêxistinbûna xwe bersiv da hêzên desthilatdar û îxanetkarên PDK’ê’
Yek ji şahidên fermana Şengalê Netewî Xemgîn ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girtibû, diyar kir ku wan bi avakirina Pergala Netewa Demokratîk bersiv dane hêzên desthilatdar û îxanetkarên PDK’ê. -
Li Êlihê mînîbusa karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
Li Êlihê, mînîbuseke ku karkerên tekstîlê tê de bûn, qeza kir. Yek jê giran 16 kes birîndar bûn. -
Çeteyên Roj ên PDK'ê ciwanekî ji eşîra Zêbarî destgîr kirin
Hate ragihandin ku li herêma Akrê ya Başûrê Kurdistanê, çeteyên Roj ên ser bi PDK'ê ve li bendeke kontrolê ciwanekî ji eşîra Zêbarî destgîr kirin. -
Parêzerê girtiyên Behdînanê: Laşê Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tariq tev bûne kîsê avê
Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ragihand, ku rewşa Nêçîrvan Bedîh û Kovan Tarik pir xirab e, laşê wan tev bûne kîsê avê. -
Rewşa girtiyên Behdînanê ên di greva birçîbûnê de her ku diçe xirab dibe
Rewşa bi dehan girtiyên Behdînanê ku 15 roj in li dijî neheqiyê li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj xirab dibe. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên ku şehîd bûne bi bîr anî û got “Malbatên wan ên hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.” -
Gardiyanan êşkence li girtiyê bi nexweşiya epîlepsî kirin
Gardiyanan êşkence li girtiyê nexweş Fewzî Fîdan kirin, ku li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind Xarpêtê di hucreya yek kesî de tê girtin. -
Girtiyê nexweş Demhat krîza dil derbas kir
Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê hiştin, krîza dil derbas kir û tevî vê yekê jî nehate tedawîkirin. -
Çalakiyên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê: 22 dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê; 3 ji wan efser û 4 jî kontra bi giştî 22 dagirker hatin cezakirin. 1 Kîrpî, 1 Reo, 4 mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, çeperek û helîkoptereke êrîşê jî bi giranî hate derbkirin. -
PDK dîsa xwedî li dewleta Tirk a dagirker derket
Tevî ku gelek aliyên Iraqî û yên Başûrê Kurdistanê weke berteka li dijî qetlîama Perexê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin malên Tirkî boykot bikin, PDK’ê dîsa bi biryara ku girt hewl dide xwedî li Tirkiyeyê derkeve. -
Nobeda Edaletê ya li Wanê: Malbatan çalakiya rûniştinê pêk anîn
Malbatên girtiyan ên ku Nobeda Edaletê li ber Edliyeya Wanê dewam dikirin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
Ji girtiyên Behdînanê Seîd rakirin nexweşxaneyê
Ji girtiyên Behdînanê Şivan Seîd ku ji aliyê PDK'ê ve hate girtin û li Girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rakirin nexweşxaneyê. -
Li Nobeda Edaletê nerazîbûna li dijî tecrîda li Îmraliyê
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li Nobeda Edaletê axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li Îmraliyê. Hasan Ozguneş got, "Dev ji vî mejiyê êşkencekar berdin." -
Amûrên leşkerî bi rêya hesinî têne veguhestin
Bi sedan wesayitên zirxî yên bi ferîbotên li ser xeta Tetwan-Wanê anîn Wanê, bi rêya hesinî derbasî aliyê Îranê hatin kirin. -
PKK’ê şehîd Delîl Welat bi bîr anî
Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) yê ku di 19'ê Îlona 2019’an de şehîd bûbû, bi bîr anî. -
Di bîranîna li Şengalê de banga xurtkirina yekîtiyê hat kirin
Bi wesîleya 8. slavegera Qirkirina Êzidiyan li Şengalê merasîmek bîranînê bi dirûşmeya “Avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê hesabxwestina ji fermanê ye” hat lidarxistin. Di merasîmê de banga yekîtiyê li Êzidiyan hat kirin.