Li paytexta Îtalya Romayê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, hevdîtina gel hate lidarxistin.
Civîn li Grossetoyê pêk hat û Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî beşdar bû. Di hevdîtinê de ji bo avakirina civaka demokratîk erk û berpirsyariyên derbarê pêvajoya pêş de hatin nîqaşkirin. Di civînê de îşaret bi girîngiya demokrasiyê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de hate kirin. Her wiha nîqaşên ‘Sosyalîzma Demokratîk’ û ‘Komuna Demokratîk’ ku di perspektîfa polîtîk ya Rêber Apo de ku ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand de cih girt, hatin kirin.
Di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo avakirina civaka demokratîk divê her beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin û di komunên bên avakirin de cih bigrin.