KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YBŞ: Em ji her demê bêhtir amade ne ku xaka xwe ji dagirkeran biparêzin
Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, ku wan li dijî dagirkerî û qirkeriyê heta niha berdêlên gelekî giran dane û got, "Em îro jî ji her rojê bêhtir amade ne ku li gel tevahiya gelên herêmê yên azadîxwaz, serweriya axa Iraqê ji dagirkeriyê biparêzin." -
Malbata Şenyaşar 512 roj in li hemberî zilmê li ber xwe didin
Malbata Şenyaşar a ku di sala 2018’an de xizmên wan hatibû qetilkirin, 512 roj in li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê li ber xwe didin. -
Xizmên girtiyan: Zarokên me ne sûcdar in, ne poşman in
Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê li hev civiyan û gotin, "Zarokên me ne sûcdar in, ne jî poşman in." -
Kalkan: Dewleta Tirk li pey derxistina şerekî navxweyî yê Iraqê ye
Dûran Kalkan diyar kir, komkujiya li gundê Perexê yê Zaxoyê hewldanek dewleta Tirk a ji bo derxistina şerekî navxweyî yê li Iraqê ye û got, "Dewleta Tirk dibe ku şerekî navxweyî yê Iraqê sor bike, teşwîq bike. Di vê der barê de amadekariyên xwe jî hene." -
NPG'ê hêzên gerîla yên li Avaşînê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), ji ber çalakiya 26'ê Tîrmehê ya li herêma Avaşînê ku di encamê de 7 dagirker hatin kuştin, hêzên gerîla yên li qadê pîroz kir. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 zarok hatin qetilkirin
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 zarok ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin. -
KCK: Em bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin
KCK'ê êrîşên faşîst ên li ser saziyên Elewiyan şermezar kir û got, têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî van êrîşan tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî. -
KNK: Li nava Kurdistanê divê Şengal xwedî statuyeke taybet û xweser be
"Di salvegera vê bûyera dilsoj a bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtineke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe." -
Fermandarê ku bi jiyana xwe mîraseke mezin ji gelê xwe re hişt
“Dibe ku hevrê Îbrahîm qet nefikirîbû ku wê bi xayîntî û nemerdî bê şehîdkirin. Ji ber ku bi wî re egîdî, zelalbûn, mirovperwerî, kîn û hêrsa li hemberî dijmin û baweriya bêdawî bi hevrêyên xwe re hebû.” -
Tevgera Azadî bi daxuyaniyek şehîdên komkujiya Zergelê bi bîr anî
Tevgera ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Zergelê daxuyaniyek nivîskî da û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku divê bi yek çavî li xwîna welatiyên Kurd û Ereb bê temaşekirin û di nava wan de ti cûdahî neyê xistin. -
Girtiyên Behdînanê: Em ê çalakiya xwe bidomînin
Parlementerên Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê çûn serdana girtiyên Behdînanê ragihandin ku girtiyan diyar kiriye heta mafê wan neyê dayîn, ew ê dest ji greva birçîbûnê bernedin. -
MXDŞ: Ji sûcdaran hesabê fermanê bixwazin û tola şehîdan rakin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi wesîleya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga tevlêbûna çalakiyê ya 3’ê Tebaxê li gel kir. -
Banga ‘Xwedîderketina Şengalê û hesabpirsîna ji sûcdaran’
Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a KJK’ê bi wesîleya 8’emîn salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek da û got, “Em bi hev re li Şengalê xwedî derkevin û ji sûcdaran hesab bipirsin.” -
CPT: Dewleta Tirk êrîşa li Ranyayê pêk anî
Komên Aştiyê yên Xirîstiyan (Chrîstîan Peacemaker Teams-CPT), ragihand ku di 1’ê Tebaxê de li Ranyayê êrîşa li dijî wesayîtê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. -
Li Şengalê 3’ê Tebaxê hat bîranîn
Li Şengalê kesên ku di êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. -
Malbata Şenyaşar: Bila qanûn bên bicihanîn
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, daxwaza pêkanîna qanûnan kirin. -
HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, gerîlayek şehîd bû
HPG'ê got, "Hêzên me yên ku li rojavayê Zapê û li qadên Metînayê bi ruhê fedaî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin, di encama çalakiyan de 15 dagirker ceza kirin." HPG'ê diyar kir ku gerîla Serhed Zîlan jî şehîd bû. -
Li Ranyayê balafireke bêmirov a biçek bombe li wesayitekê barand
Li Ranyayê, wesayitek ji aliyê balafireke bêmirov a biçek ve hate bombekirin. -
HPG: Bi lehengî şer kirin, bi qehremanî şehîd ketin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, “Her tiştên xwe feda kirin û jiyana xwe di ber doza azadî û hebûnê ya gelan de dan. Bi rengê derwêşan jiyan, bi fedaîtî têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn.” -
Karayilan: Ev banga berxwedanê ye, divê her kes tevlî pêvajoyê bibe!
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Divê her kes tevlî vê pêvajoyê bibe. Ev yek banga berxwedanê ye. Li dora berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê divê berxwedana neteweyî û demokratîk bê mezinkirin. -
KCK: Gelê Kurd û xelkê Şengalê wê komkujiyê ti carî ji bîr nekin, wê hesab bipirsin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê şehîdên fermana Şengalê bi bîr anî û got, "Gelê Kurd û xelkê Şengalê wê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin. Mîna îro, wê ji niha û pê ve jî hesab ji komkujeran bipirsin." -
KCK: Em Îmam Huseyîn li hemberî Yezîtan di têkoşînê de bidin jiyîn
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyanî da û diyar kir hemû kesên alîgirên heq û heqîqetê ne, divê îro li hemberî Yezîtan li ser xeta hemdem a Huseynî bin. -
‘Pergala ekolojiyê bi temamî tune dibe‘
Li Şirnexê li dijî talana xwezayê daxuyaniya hevpar hat dayîn û gotin: “Em dizanin ku ev polîtîka ne ji polîtîkayên şer ne qut in. Ne daristan lê pergala ekolojiyê bi temamî tune dibe. Heta em xwezaya xwe azad bikin em ê bitêkoşin.“ -
Rewşa girtiyên Behdînanî yên di greva birçîbûnê de xerab e
Li Hewlêrê, rewşa girtiyên Behdînanî yên tevî biryara dadgehê nayên berdan ber bi xerabiyê ve diçe. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê banga hesab pirsîna ji fermanê kir
Saziya Malbatên Şehîdan bi wesîleya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek weşand û got, “Îro em ê berxwedanî û yekîtiya xwe li hemberî van listokên ser Şengalê û civaka me tên meşandin bisekinin.”