‘Bi şehadetên xwe jiyana nû weke mîrate li pey xwe hiştin’

Gerîllayên HPG’ê Argeş Zagros û Cîger Efrîn dema ku sala borî di meha Tîrmehê de li ser erka xwe bûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a qirker û faşîst de şehîd bûn. Hevalên wan ew bi bîr anîn.

Gerîllayên HPG’ê Argeş Zagros û Cîger Efrîn, di Tîrmeha 2021’an de di êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk a qirker û faşîst de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku li ser erka xwe bûn şehîd bûn.

Hevrêyên wan ên têkoşînê têkildarî sekn û jiyana wan a di têkoşînê de ji ANF’ê re axivîn.

‘ÇAVKANIYA MORALÊ BÛ’

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Efrîn diyar kir ku şehîd Argeş Zagros ji Rolhilatê Kurdistanê bû û wiha behsa Şehîd Argeş Zagros kir: “Me demekê bi hev re kar û xebat meşand. Heval Argeş hevalekî wisa ye ku em çiqas behsa wî bikin em ê dîsa jî kêm bimînin. Di jiyanê de sekneke wî hebû. Dema ku te li heval Argeş meyze dikir, te moralekî mezin digirt çavkaniya moralê bû. Di jiyanê de bi hemû hevalan re dan û standinên wî hebûn, bi hevalan re eleqeder dibû, alîkar dibû, bi her hevalekî re kar û xebat dimeşand, bi hevalê kêleka xwe re her tim dikarî yekbûnê ava bike. Li ser hevalan bandorek wî cîddî hebû. 

‘RÊBERTÎ Û PARTÎ JI XWE RE ESAS DIGIRT’

Mazlûm Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de behsa gotina şehîd Argeş a “Dijmin çi bike bila bike, wê serkeftin her ya me be” kir, da zanîn ku ev gotin her tim li ser zimanî wî bû û wiha pêde çû: “Heval Argeş hay ji rastiya dijmin hebû. Bi gelemperî her ev tişt jî digot: ‘Eger em dixwazin di şer de dijmin têk bibin, divê destpêkê em dijmin ji mejî û dilê xwe biavêjin’. Her di got rêya têkbirin û şikênandina dijmin, ew ji mejî û dilê xwe avêtine. Hevrêyên xwe her tim li derdora çanda Partiyê kom dikir, li derdora xebatên Partiyê rêxistin dikir. Dema ku kar û xebatên xwe dimeşand, Rêbertî û Partî esas digirt. Hevalê Argeş bi şehadeta xwe jiyana nû ji me re mîrate hiştiye. Em li ku derê temaşe dikin heval Argeş li wê derê ye. Her tim bi me re ye.”

‘JIYANEK JI RÊZÊ QEBÛL NEKIR’

Gerîlayê HPG’ê û hevrêyê Cîger Efrîn Baz Qendîl jî di derbarê Cîger Efrîn de bi kurtî wiha anî ziman: “Me demekî bi hev dû re kar û xebat kir. Nêzikatiya şehîd Cîger a jiyanê re mînak bû. Jiyaneke ji rêzê qebûl nekir, ji rêzê jî nejiya. Her tim bi kelecan, çoş û moral jiyan pêşwazî dikir û wisa jiyan dikir. Di kar û xebatan de her çalak bû. Her di nava tevgerê de bû. Bi xwezayê re her di nava yekbûnê de bû.”