Rejîma Tirk bi fitne û fesadiyê dixwaze navbera Kurdan û Azeriyan xirab bike

Li sînorê bajarên Mako, Selmas û Xoy ên girêdayî Wanê ji ber fitne û fesadiya rejîma Îranê û dîsa hewldanên destwerdanê yên Tirkiyeyê û komên bi ser wê di navbera Kurdan û Azeriyên ku bi salane bi hev re dijîn nakokî derdikevin.

Ji aliyekê ve rejîma Îslamî ya Îranê û li aliyê din rejîma Tirk a faşîst û dagirker, bi fitne û fesadiyê dixwaze xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên Kurd û Azerî yên ku bi salan bi çand û kevneşopiyên xwe bi hev re bê pirsgirêk di nava aştiyê de dijîn bera hev berdin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, demeke ji ber rêgiriya avê ya ji aliyê Azeriyan ve ku devera Poldeşt a 50 kîlometre ji bajarê Makû dûr e ku taybet gundên Sarûx Otîx, Qelaş Lanmîş û Daylan Kind sûdê jê digirin, nerazîbûn hatin nîşan dan.

Kurd jî diyar dikin ku zilmeke bi vekirî li wan tê kirin û vê qebûl nakin. Kurd destnîşan dikin ku ji ber rêgiriya avê ya li Poldeştê ava li nava dilê gundên wan tên, ne dikarin ji bo çandinî û ne jî ji bo lawirvaniyê bikar bînin.

Daxuyaniyên hindek berpirsên Azarî rewşê aloztir kiriye.

Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî ku naxwazin navê xwe ji ber ewlekariyê eşkere bikin wiha dibêjin: “Çavkaniya van nakokiyan dewleta Tirk û sîxûrên li herêmê ye ku dixwazin aramî, wekheviya jiyanê û pêkhateyên herêmê tine bike. Dixwazin Kurd û Azeriyan bi hev bixin.”

Çavkaniyên ku agahî dan ajansa me, destnîşan dikin ku li gel hewldanên dewleta Tirk a dagirker a fitne û fesadiyê li aliyê din daxuyaniyên hinek rayedarên Azarî rewşê aloztir dike û dixwazin nakokiyên heyî geştir bikin, mijarê bixin mijara Kurd û Azerî. Çavkaniyan wiha anî ziman: “Li ser vê yekê berî çend rojan li bajarê Poldeşt û çend gundan di navbera Kurd û Azeriyan de şer rû da. Çend kes birîndar bûn.”

Çavkaniyan piştrast kir ku li ser van propagandayên Tirkiye ya dagirker hinek ji Azariyên bajarê Tewrêz û bajarên din ji ber vê mijarê berê xwe dane wan gundan û got: “Li ber vê tevgerê jî komek ciwanên Kurd ji bo xwe biparêzin amadekarî kirine. Li ser mudaxeleya hinek sazî û serokên saziyan ev yek rawestiya û hinek ji welatiyên van gundan hatine destgîrkirin.”

Navê hinek kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin wiha ne: “Qudbedîn Elî (45) ji gundê Otîx, Qudbedîn Hisên (45), Omîd Korî Koçerî (33), Tacetîn Emîn (50) û Zahir Mihemed (60).”

Li gorî çavkaniyan, hêzên rejîma Îranê ew kes bi hinceta aramiya xelkê herêmê xira kiriye, destgîrkirine.

Çavkaniyan ragihand ku îro hinek Azeriyan êrîşê Kurdê bi navê Xalis Tahêr ê ji gundê Qelaş Lanmîşe ku dikana wî li navenda bajare kirin, bi giranî birîndar bûye. Dema ku ev yek pêk hat, hêzên rejîma Îranê ti mudaxeleyek nekirine.