Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê

Rêber Apo û 6 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi malbatên xwe re hevdîtina ji bo cejnê kirin.

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin hate kirin. Rêber Apo û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Engîn Atabey bi wesîleya cejnê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.

Biraziyên Rêber Apo Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan û Alî Ocalan doh (7'ê Hezîranê) hevdîtin kirin. Rêber Apo di hevdîtina doh de yekemcar piştî 26 salan bi du biraziyên xwe yên zarok re jî hevdîtin kir.

Di heman rojê de Hamîlî Yildirim bi bira û pismamê xwe re, Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.

Girtiyên li Girava Îmraliyê Veysî Aktaş, di çerçoveya hevdîtinê de îro bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. 
 
Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhanê ku berê demeke kin hatibûn sewqkirin ji bo Îmraliyê îro bi birayên xwe re hevdîtin pêk anîn.