Pênciwênî: Bi Komkujiya Zaxoyê re PDK jî hay ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbû -II

Pênciwênî: Piştî Komkujiya Zaxoyê, hem Iraq hem jî PDK haya wan ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbûn. PDK zanî ku ev yek wiha biçe, wê tu rola wan jî nemîne. Eger Mûsil û Kerkûk hatibin girtin, wê bi Hewlêr û deverên din bi tenê çi bike.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel yek ji siyasetmedarên naskirî yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî ya li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, alozî û nakokiyên navxweyî, têkiliyên bi Bexda û hevkariyên li gel dewleta Tirk a dagirker.

Başûrê Kurdistanê, 30 sal in wek hikûmet û rêveberiyeke nîvço heye, pirsgirêka esasî ya navxweyî çi ye?

Li Başûrê Kurdistanê, du hêzên esasî PKD û YNK hene. Heta niha ev her du hêz vê herêmê bi rê ve dibin. Ev du hêz, di nava xwe de li hev nakin ku çawa vê herêmê bi rê ve bibin. Nakokiyên li ser lihevnekirina dahat û nava sîstemê hene. Ji xeynî van nakokiyan, nakokiyên din jî hene. YNK, ketiye bin bandora siyaseta Îranê. PDK jî ketiye bin bandora dewleta Tirkiyeyê. Nakokiyên siyasî, leşkerî û aborî hene. Ev hemû bûn sedem ku rêveberiyek nebaş li herêma Kurdistanê bike. Li aliyê din beşeke mezin ê gel ji hikûmetê qut bûye. Bawerî bi vê desthilatê nîn e. Alî hevdu sûcdar dikin. Ev yek hemû dibe sedem ku nikarin rêveberiyeke baş bikin. Her wiha yek ji xala din ku destê derve di nava herêmê de heye ku ji bo tim alozî û nakokî hebe. Ev yek bû sedem ku gel li aliyek û desthilat li aliyekî ma.

Li Destûra Bingehîn a sala 2005’an nêzîkatiyek çawa ji bo Kurdan hate kirin. Gelo wek netewe an wek herêmê lê hate nêrîn?

Di Destûra Bingehîn de hatiye nivîsîn ku divê wek neteweyeke taybet li Iraq nêzîkatî pê re bê kirin. Avakirina sîstema federalî yanî rêvebirina du netewe, du rêveberî. Li gorî destûrê hikûmeta navendî nêzîkatî ji bo Kurdan nekir. Bo nimûne; herêmên dikevin madeya 140’emîn ku li gorî destûr û qanûnê hatiye danîn divê ew kes vegerin ser cih û warê xwe, ziman û çanda xwe bijîn, bi hilbijartinekê diyar bibe dixwazin li ser herêmê yan jî hikûmeta navendî be. Hikûmeta navendî ev yek pêk neanî.

Naxwazin Kurd, wek neteweyekê bijîn. Vê hikûmetê, li herêmên dikevin xala 140’emîn zextê li Kurdan dike. Herî dawî jî ev herêm, bi rengekî ketin bin kontrola Iraqê. Heta ev hikûmet û desthilat hebe, ev herêm nakeve ser herêma Kurdistanê. Ev pirsgirêkeke mezin bû ku hikûmeta navendî kir. Destê Tirkiyeyê jî di nava vê yekê de heye û Tirkiye bi eşkerehî diyar dike ku Kerkûk û Mûsil ên wan in.

Ji bo avakirina hikûmeta nû ku Kurd jî parçeyek ji wê ne, Kurd bi parçeyî serdana Bexdayê dikin û cuda cuda hevdîtinan dikin. Gelo ev nayê wê wateyê ku plan û projeyên wan ne neteweyî ne, bi tenê ji bo post û girtina hinek wezaretan e?

Dîsa yek ji xalên herî girîng ew e ku aliyên siyasî yên Kurd jî li hev nekirin. Her aliyê diçû Bexdayê, li gor berjewendiyên xwe yên hizbî tevdigeriya û dibû dijî aliyê din ê Kurd. Vê nêzîkatiya Kurdan a li ber hev kir ku aliyên siyasî yên Iraqî, salên dirêj bi aqilê Kurdan bilîze. Ew siyaseta şaş a aliyên Kurdî, heta niha jî berdewam e. Li ser mijara Serokkomariyê li hev nakin.

Eger rewşa aliyên siyasî yên Kurd wiha bidome, gelo ma nabe sedema têkçûna destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û di heman demê de metirsiyê li ser destkeftî û parçeyên din jî çênake?

Em ji bo parçeyên din ên Kurdistanê nebûn mînakeke baş. Me şerê birakujiyê kir, gel aciz kir. Me nekarî li gel ol, bawerî û neteweyên din ên li Kurdistanê bijîn. Bidin nîşandan ku ji rêveberiyên din baştir in. Me nekarî kesî bidin aliyê xwe. Bo nimûne; li Kerkûkê, Terekeme, Mesîhî, Şiî, Sûne û Ereb lê dijîn me nekarî yek ji van pêkhateyan bikin dostê xwe. Me nekarî mîna Rojava nimûneyeke biratiya gelan ava bikin. Li wir nimûneyek heye ji bo hemû mirovahiyê hêviyek e, li vir me mînakeke baş neda, bi ayîn û olên Kurdistan û dîsa neteweyên bi sedan sal in pêkve dijîn. Sedema vê jî hişmendiya partî û hîzbî heye, ne ya neteweyî. Siyaseta me ya aştî, birayetî û demokrasî, dostayetî li gel neteweyên din nîn e. Eger Kurd, xwe bi rêxistin nekin, siyaseteke baş nebe, ev herêm wê bibe otonomiyeke bi teşeyî.

Wê di rêveberî, dabeşkirina dahat rolê esas nebe yê me.   Her ji avabûna vê hikûmetê heta niha êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmê û xetên sînor kêm nebûne. Heta niha ev rêveberî û hikûmet li ber van êrîşan nesekinîne. Sedema vê çi ye?

Heta Komkujiya Zaxoyê pêk nehatibû, hinek Kurdan dixwest leşkerên Tirk bên, hişmendiyeke wan  a wisa hebû. Heta Komkujiya Zaxo yê bi çavê xwe dîtin. Li Başîka û Zîlkanê dîsa gelek deverên din ne komek, tûgayek hatiye. Artêş li wir e, balafirgeh hatine çêkirin. Piştî  van hemû tiştan nû bawer kirin. Nêzî 100 nuqteyên leşkerî hatine avakirin. Nêzî 30-40 km kûrahî û nêzî 200 km dirêjahî ketine nava erdê Iraqê. Ji derveyî firîna dronan li ser esmanên Iraqê ku xelkê qetil dikin. Nû ji vê yekê bawer kirin.

Tikiye dixwaze sala 2023’yan Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Tirkiye, li navendên ku leşker lê danî tenê 20-30 km ji Mûsilê dûr e. Ji van navendên leşkerî, dewleta Tirk dikare di nava du saetan de bi wesayîtên zirxî û helîkopterên li van balafirgehan Mûsilê dagir bike. Di nava saet û nîvan de jî dikarin Kerkûkê bigirin. Hedefa wan a yekemîn ev e Mûsil û navendên wê, ya duyemîn jî Kerkûk e. Hem Iraq hem jî PDK hay ji vê yekê çêbûn. PDK’ê zanî ku ev yek wiha biçe, wê tu rola wan jî nemîne. Eger Mûsil û Kerkûk bên girtin wê bi Hewlêr û deverên din bi tenê çi bike.

Di salvegera 100’emîn a Lozanê de, Kurd, ji bo bikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin û pirsa Kurd  ji bo bi rêya aştî û demokrasî çareser bibe divê plan û projeya Kurdan çi be?

Pirsa Kurd pirseke cîhanî ye. Hebûna Kurdan, li cîhanê hatiye îsbatkirin û gelek in ji bo doz û azadiya xwe bi salan e şer dikin. Kurd, li Rojava û Sûriyeyê, DAÎŞ’a ku hemû cîhan li ber gefa wê bû, tune kir. Di qada navneteweyî de hesab ji bo vê tev tê kirin. Ji bo vê divê Kurd, yekîtiya xwe ava bikin. Kurd, heta nêzîkatiyeke siyasî ya aqilî bi hev re nekin, divê ev yek bê kirin, a duyemîn; divê xîtabeke hevpar a siyasî li derve hebe. Bi aqil û ruh em yekîtiyê ava bikin. Eger em vê bikin, em ê bikarin di nava van guherîn û veguherînên cîhanî yên dibin de, bibin xwedî cih.

 

Qediya...