HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin, "Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên berxwedanê 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir."

Têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran de jî ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30'ê Tîrmehê saet di navbera 10:50-11:00 de artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi çekên giran bombe li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barand, xwest bi pêş ve biçe. Hêzên me 2 caran bi sabotajê li dagirkeran xistin û herî kêm dagirkerek ceza kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

30'ê Tîrmehê danê êvarê hêzên me li helîkopterên êrîşê reşandin ku dixwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarîne. Piştî vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

31'ê Tîrmehê saet di 05:40'î de bi çekên giran derb li dagirkerên li quntara Girê Şehîd Akîf hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

30'ê Tîrmehê saet di 12:45'an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Şahan, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de çeperek hate rûxandin û 5 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

30'3e Tîrmehê tunelên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer;

30'ê Tîrmehê drone li ser qadên berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê geriyan.

30'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Saca û Sîda 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Werxelê, Şikefta Birîndara, Kokerê û Karker 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

30'ê Tîrmehê tunelên şer ên Şehîd Adil û Qada Berxwedanê ya Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin."