Selah Saleyî: MÎT’a Tirk desthilata herêma Kurdistanê bi rê ve dibe

Çavdêrê siyasî Selayî anî ziman “Ji bo destihaleteke ku li Başûrê Kurdistanê cihê mixabinî û şermezariyê ye ku ji bo berjewendiya hizbî bazirganiyê bi xwîna Kurd û pêşeroja gelê Kurd dike.”

Çavdêrê siyasî û çalakê sivîl ê bajarê Kerkûkê Mamoste Selah Saleyî guhertinên li navçeyê, komkujiya dawî ya dewleta Tirk a dagirker li Perexê li dijî welatiyên Ereb pêk anî û encamên wê, her wiha birêvebirina herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk, bazirganîkirina PDK’ê ya bi xwîna gelê Kurd a ji bo berjewendiya dagirkeriya Tirkiyê û metirsiya hevkarî û piştrevaniyê ya bi dewleta Tirk a dagirker ya ji aliyê desthilata Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

‘MALA KURDAN BERBELAV E Û NE XWEDÎ PROJE Û XWENDINA JI BO PÊŞEROJÊ YE’

Saleyî destpêkê behsa guhertin û pêşhatên ku li navçeyê diqewimin û bandora wan li ser doza Kurd kir û got; “Pêşbînî tê kirin ku ew guhertinên li navçeyê çêdibin wê pirsgirêkan kûrtir û aloztir bike, her wiha tê pêşbînî kirin ku şer jî biqewime. Bandora van guhertinan ji niha ve li ser Kurd û Kurdistanê bi geşbînî û başî nayê dîtin, ji ber ku niha li Başûrê Kurdistanê mala Kurd ne xwedî proje û xwendina ji bo pêşerojê ye. Mala Kurd berbelav e û ne rêkûpêk e. Nakokiya aliyên Kurdî di navxweyî de bûye sedem ku zirarê bide Kurdan û berjewendiya bilind a netewiya wê. Ji bo wê jî di wan guhertinên li navçeyê çêdibin de Kurd xwedî pêşerojeke geş nîne.”

‘IRAQ BI METIRSIYA DAGIRKERIYÊN TIRKIYEYÊ HESIYA’

Mamoste Salih Saleyî di berdewamê de îşaret bi helwesta tund a kolanên Iraqê û hikûmeta wê ya li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li nav xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û wiha pêde çû; “Cudabûyîna liv û tevgerên hikûmeta Iraqê ya li dijî Tirkiyeyê ya li gorî salên bihorî, çavkaniya xwe ji vê yekê digire ku hikûmeta Iraqê û welatiyên Iraqî rastiya metrisiya dagirkeriya Tirkiyê fêm kirine ku Tirkiye di sala 2023’an de dixwaze wîlayeta Mûsil û bajarê Kerkûkê û çend navçeyên din ên Iraqê dagir bike. Beşek ji aliyên Şîî vê metirsiya Tirkiyê cidî digirin dest. Niha jî Tevgera Sedir ku beşek zêde ya kolana Iraqî li dijî êrîşên dewleta Tirk xiste tevgerê, ji ber ku xwendineke wan yê baş di derheqê rewşê heye û bi metirsiya dagirkeriyên Tirkiyeyê hesiyane. Di salên derbasbûyî de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi dehan gund hatin kavilkirin û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbaniyê êrîşên Tirkiyeyê, lê hikûmeta Iraqê ti helwesteke xwe nebû, lê îro Iraqê li berjewendiyên xwe temaşe dike.”

‘MÎT’A TIRK DESTHILATA HERÊMA KURDISTANÊ BI RÊ VE DIBE’

Çavdêrê siyasî mamoste Salih Saleyî her wiha bal kişande ser asta destwerdana dewleta Tirk û dezgeha îstîxbatariya wê (MÎT) ya di karûbarên rêveberiya herêma Kurdistanê û got; “Li Başûrê Kurdistanê ji bilî bi sedan şîrketên Tirkî, bi dehan baregehên leşkerî û îstîxbaratî yên dewleta Tirk hene. Li gorî agahiyan zêdetirî ji sedî 40’ê Behdînanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin. Desthilata Kurd a li Herêma Kurdistanê niha ti îradeyeke xwe nemaye, weke mînak çend roj beriya niha li bajarê Hewlêrê di dema çalakiya xwepêşandan û nerazîbûna li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ku ji aliyê çalakvan û rewşenbîran ve hat lidarxistine de, li şûna ku hikûmet piştgirî bide çalakiya derxistina dagirkeran, berovajî wê çalakvan ji aliyê desthilatdariya Hewlêrê ve bi hinceta ku ne yasayî û rewa ye hatin destgîrkirin. Ew hemû îsbat dikin ku desthilata herêma Kurdistanê bi fermana Erdogan û dezgeha MÎT’ê ya Tirk ve tê rêvebirin.”

‘CEZAKIRINA ÇALAKVANÊN BEHDÎNAN BI FERMANA TIRKIYEYÊ BÛ’

Saleyî her wiha li ser xirabiya rewşê hişyarî da û xwest ku zextên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin û ragihand; “Me berê jî dît ku çalakvanên Behdînanê ji ber helwesta xwe ya netewî bi tawanbariya herî giran bi fermana ji aliyê dewleta Tirk ve biryara cezayê girtîgehê ji wan re hat dayîn. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber dagirkerî û êrîşên wê çarenûsa Başûrê Kurdistanê ber bi çarenûseke xirab ve dibe. Eger niha hikûmeta Iraqê li ser helwestên xwe yên li dijî êrîşên Tirkiyeyê israr bike, li Neteweyên Yekbûyî ji bo Kurdan destketiyeke girîng e da ku Tirkiye nekaribe bi dilê xwe bê û komkujiyan li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Bûyerên heyî wê bi rengekî xirab li dewleta Tirk a dagirker vegere.”

‘LI BAŞÛR FERASETEK HEYE KU JI BO BERJEWENDIYA DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ PKK’Ê TAWANBAR DIKE’

Saleyî di beşek din a nirxandinên xwe de qala hişmendî û feraseta nokerên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dike û dibêje; “Ji hemû cîhanê re eşkera bû ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye kirin. Lê mixabin li Herêma Kurdistanê hişmendî û ferasetek heye ku hewl dide hincetan ji bo êrîşên dewleta Tirk peyda bike û hemû êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê têxe stûyê PKK’ê. Hemû jî dizanin ku PKK ti carî li ser welatiyan metirsî nebûye, berovajî vê yekê berdewam PKK’ê ji bo xizmetkirina gel berxwedanî kiriye. Dewleta Tirk ji bo xebat û têkoşîna rewa ya tevgera netewî ya Kurd kirêt nîşan bide, hewl dide sûcê komkujiya geştyarên Iraqî bixe stûyê PKK’ê. Lê hemû lêkolînên leşkerî yên Iraqê ji cîhanê re îsbat kir ku Tirkiyeyê ev komkujî pêk aniye û komkujî bi rengekî xirab Tirkiye tengav kiriye.”

‘ŞERM E JI BO DESTHILATEKÊ KU BAZIRGANIYÊ BI XWÎN Û PÊŞEROJA GELÊ KURD DIKE’

Çavdêrê siyasî Saleyî îşaret bi hevkariya bi Tirkiyeyê ya ji aliyê partiyên desthilat ên Başûrê Kurdistanê kir û got, “Mixabin niha pirsgirêka mezin a gelê Kurd li herêma Kurdistanê ew e ku bêîradebûna desthilatê rê nade ku welatî, çalakvan û rewşenbîr li dijî êrîş û dagirkeriyên Tirkiyeyê dakevin kolanan û alên Tirkiyê daxînin xwarê. Ev yek cihê mixabinî û şermezariyê ye ji bo desthilatekê ku li Başûrê Kurdistanê bazirganiyê bi xwîna Kurd û pêşeroja gelê Kurd dike. Desthilata herêma Kurdistanê ji Erdogan xirabtir in, ji ber ku Tirk dagirker e û hemû cûre zilm ji wan tê hêvîkirin. Lê desthilata Kurdî ya herêma Kurdistanê tenê ji bo desthilatiya hizbî zilm û zordariyê li hemberî gelê xwe didomîne. Desthilat jî wê nekaribe wisa berdewam bike û wê gel bersiveke xwe yê tund ji bo desthilatdarên herêma Kurdistanê hebe.”

‘BI REXMÊ HEVKARÎKIRINÊ, YEKEMÎN KARÊ DEWLETA TIRK WÊ TUNEKIRINA PDK’Ê BE’

Saleyî her wiha bal kişande ser metirsiya piştgiriya berdewam a PDK’ê ya ji bo hebûna baregehên leşkerî yên Tirk li herêma Kurdistanê û wiha axaftina xwe domand; “Piştevanîkirina ji bo hebûna Tirkiyeyê li Iraqê ya ji aliyê desthilatdariya herêma Kurdistanê, li pêşiya derxistina artêşa Tirkiyê ya ji aliyê Iraqê ve astengî çêkiriye. Ji bo parastina berjewendiyên hizbî, desthilat li herêma Kurdistanê bi çêkirina hincetên bê bingeh hewl didin ku dagirkeriya Tirkiyeyê rewa bikin. Pêşbînî dikim ku tenê ji bo berjewendiyên hizbî di dema pêş de rê bê dayîn ku tank û wesayîtên zirxî û leşkerî yê Tirk li navenda Hewlêrê belav bibin. Ev metirsiyeke jî pir cidî ye, Tirkiye bêyî cudahî bixe nava partiyan tenê hewl dide Kurdan tune bike. Di dema dagirkirina Başûrê Kurdistanê yekemîn gava ku Tirkiye bavêje wê tunekirina Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) be, ji ber ku li hemberî xwe metirsî dibîne.”

‘PÊWÎST E DEST JI BERJEWENDIYÊN TENG ÊN HIZBÎTIYÊ BERDIN’

Çalakê sivîl û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê mamoste Selah Saleyî di dawiyê de ev bangewazî kir; “Tirkiye ew hêz û îradeya xwe nîne ku bi tenê bikaribe bêyî hevkariya aliyên desthilata herêma Kurdistanê, kontrola xwe li ser herêmê bike. Eger xwendineke me ji bo pêşerojê hebe û em berjewendiyên teng ê hizbî bidin aliyekê, wê demê dagirkeriya Tirk wê ew îradeya wê nebe ku heqaretê li îradeya neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê bike.”