HDP’ê ji bo mîtînga Amedê banga tevlîbûnê kir

Hevserokên HDP’ê yên Amedê banga tevlîbûna mîtînga 6’ê Tebaxê ya bi dirûşmeya “Çareserî em in” kirin.

Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 6’ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya, “Çareserî em in, ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” mîtîngê pêk bîne.

Hevserokên Bajêr Gulîstan Atasoy û Zeyat Ceylan li Navenda Rêxistinê ya Navçeya Yenîşehîrê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, hevserokên bajarê Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyat Ceylan û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Zeyat Ceylan diyar kir ku ew li bendê ne tevlîbûnek girseyî ji bo mitîngê pêk were û got, “Hikûmeta AKP-MHP’ê ne bi îradeya gel li ser desthilatdariyê ne. Em di bin şert û mercên dijwar û zehmet de têdikoşin. Em dikarin bi saetan qala neheqiya ku li gelê Kurd, dostên wan û siyaseta demokratîk kirine, bikin. Mîtînga me dê ji bo pêvajoyê bibe bersiv.”

Ceylan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Polîtîkaya AKP-MHP’ê polîtîkaya tecrîdê ye.” Ceylan bal kişande ser polîtîkayên şer ên tên meşandin û diyar kir ku desthilatdarî dixwaze “Lozana Duyemîn” bi Kurdan bide jîyîn û wiha dewam kir, “Wekî di Lozana yekemîn de, dixwazin di vê Lozanê de jî êrîşî Kurdan bikin. Bi êrîşa li dijî Kurdan û HDP’ê hewl didin bi ser bikevin.”

Ceylan got, “Em ti carî tecrîd, şer, êrîş, îstîsmar û talanê qebûl nakin. Em ê her tim li ber xwe bidin. Ev destkeftî wê ya gelên demokratîk, HDP û gelê Kurd be. Em ê di 6’ê Tebaxê de li Qada Îstasyonê biqîrin û bi hev re ji şer û tecrîdê re bêjin ‘na’.”

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî banga tevlîbûna mîtînga 6’ê Tebaxê kir û got, “Şer ne şerê gelan e, şerê AKP-MHP’ê ye ku dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Li dijî şer em ê dîsan li qadan bin. Em mîtîngeke nû li dar dixin, em li benda her kesî ne.”