Derbarê rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê, pêşketin û aloziyên li Iraq û Başûrê Kurdistanê weke heypeyvîneke du beş bi siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî re pêk anî.
Beşa yekem a hevpeyvînê rewşa Iraq, alozî û destwerdanên hêzên derve ya li ser Iraqê û sedemên avanebûna hikûmeta Iraqê ye.
Li ser daxwazên gel hilbijartinek pêşwext 10’ê Cotmeha 2021’ê pêk hat. Nêzî 9 meh in li ser hilbijartinê re derbas bû, lê hikûmet nehate avakirin. Pirsgirêka esasî li pêşiya ne avabûna hikûmetê çiye? Destê derve yên li ser Iraqê kîjan in?
Gelek sedemên xwe hene, ji vanan sedemên esasî; destwerdana dewletên cîran û dîsa dewletên mezin in. Îran dixwaze di warê siyasî, aborî û leşkerî de hebûna xwe ya li Iraqê zêde bike. Îran xwe xwediyê Iraqê dizane û dixwaze desthilata li Iraqê bixe destê Şîeyan. Niha di destê wan de ye, naxwazin bi hêsanî dest ji vê berdin. Yek ji sedemê din nakokiyên Emerîka li gel Îranê ye. Îran û Emerîka di nava şerê sar de bi hev re di nava aloziyan de ne. Her du jî dixwazin serweriya xwe li Iraqê zêdetir bikin. Şîe jî li nava Iraqê bûne du parçe. Beşek girêdayî Îranê ne, beşek girêdayî Sîstanî ye ku li Necefê ye. Dîsa destê Brîtanya di nav Iraqê de heye. Her wiha li aliyê din destê Tirkiye jî ketiye nava Iraqê. Bi taybet bi Erebên Sûnî yên Îxwanî re di nava têkiliyê de ne. Weke din aloziyên di nava Kurdan de jî bûye yek ji sedemên ku hikûmet neyê avakirin. Ev yek hemû sedemên esasî ne ku heta niha hikûmet nikare bê avakirin.
Pirsgirêkên navxweyî ya aliyên Iraqî çi ne? Çima nikarin hikûmetê ava bikin? Gelo bawerî bi hev nîne?
Şîe dest ji desthilatê bernade. Îran li pişt Şîeyan e. Hêza wê li Iraqê heye. Nifûsa Şîeyan nêzî ji sedî 65 e. Her çiqasê destûra ku hatibû danîn li gorî gotina wan baş bû, ‘Destûrekî lihevkirî ya demokratîk’ e, Sûne, Şîe û Kurd li hev kirin. Ji ber dahata petrolê ya Iraqê wisa bû ku Sûne û Şîe li hev nekin. Dîsa Kurd û hikûmeta navendî li hev nekin û navbera wan alozî derkeve. Her wiha Şîeyên ser bi Îran û Necefê jî li hev nekin û bi alozî bin. Dema bi giştî li vê binêrî, ji ber van hemû sedeman bû ku nekarîn destûrê bi cih bînin. Her wiha nekarîn piştî vê hilbijartina nû jî hikûmetê ava bikin. Hewldanên hemû hêz, kom û aliyan ew e ku zêdetir perêyên petrolê bixe destê xwe. Şer hemû li ser petrolê ye. Mijarên mezhebî jî li ser zêde bûye. Mijara qewm û netewe jî li ser hatiye. Mijara herî esasî kîjan alî bibe desthilat û dest dane ser pereyên petrolê ye.
Ji bo ji vê rewşê rizgar bibe, divê çi bê kirin?
Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan pêkanîna Destûreke Bingehîn e. Mafê hemû netewe û pêkhateyan li xwe bigire û ji sedî 80’ê xelkê Iraqê deng li ser vê destûrê daye û erê kiriye. Hemû aliyên çi Kurd, çi Ereb, dîsa Şîe, Sûne û pêkhateyên din her gava bên ser desthilatê rê nadin ku destûr weke hatî amadekirin bê pêkanîn. Eger destûr bihata pêkanîn pirsgirêka Kurd û hikûmeta navendî nedima. Eger bikarin destê dewletên derve weke Tirkiye û Îran ku li ser Iraqê bandor e, kêm bikin; eger bikarin nehêlin dewletên derve dest bidin nava Iraqê, dikarin li gorî destûrê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Lê nahêlin. Dibe mehên pêşiya me hikûmet bê avakirin, ev nêrîna min a şexsî ye; pêşbînî dikim ku şerek mezin li Iraqê rû bide. Dibe ku şer di navbera Şîe de pêk bê, dîsa şer di navbera Sûne û Şîe de biqewime. Her wiha şer di navbera Kurd û hikûmeta navendî de derkeve. Cihê ku di destê Kurdan de ne ji sêyan yek di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û tê payîn ku zêdetir jî dagir bike. Bûyerên ku rû dan ev yek nîşan da. A ku me berî niha 5 salan digot, dewleta Tirk hatiye beşek li herêmê dagir kiriye û beşek Iraqê dagir dike, ev 5 sal e em dibêjin mijar ne PKK ye, mijar bi gotina wan ‘tinekirina terorê’ nîne. Ev yek dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Niha hêzên siyasî yên Iraqê nû gihiştin wê baweriyê ku me berî 5-6 salan digot. PKK’ê û gerîla ev hemû hişyarî dabûn û gotibûn ‘Ev ne ji bo me tên’ ev ji bo dagirkirina Iraqê tên. Niha Wezîrê Derve yê Iraqê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û got; ‘Tirkiye hatiye beşeke mezin a Iraq û herêma Kurdistanê dagir kiriye, divê biçe derve.’ Niha nû gihan wê qenetê.
Ji bo qutkirin an kêmkirina destê derve ya di nava Iraqê de bê ciyawazî, divê çi bê kirin?
Nikare. Hewldan hene, lê hewldanek çawa. Emerîka dixwaze destê Îranê li Iraqê qut bike yan jî kêm bike. Hemwext Îran jî bi heman rengî dixwaze siyaseta Emerîka û aliyên girêdayî wê kêm bike. Li aliyê din Tirkiye xwe amade dike beşeke Iraqê dagir bike. Ji Mûsil bigire heta Kerkûk û Xaneqîn ku piraniya dewlemendiya sererd û binerd li vê herêmê ye. Li gorî min, wê şer biqewime. Xwîn wê birije. Li gorî pêşbîniya min wê careke din hêzên Emerîka û Îngilîz bi rengeke siyasî û leşkerî bên herêmê. Ev mijar li bin destê wan çareser bibe. Yan jî berovajî guherînek li Îran û Tirkiye pêk were, guherîn li van du welatan bibe, wê demê dibe ku hêdî hêdî guherîn li Iraqê jî pêk bên. Bi baweriya min çareseriya herî nêzîk ewe ku wê şerek biqewime, ev şer û aloziyên heyî jî bi qasî 8-10 salan dom bike. Piştî vê yekê kîjan hêz û alî ser bikeve û wisa bikare aramî û ewlehiyê li herêmê bide avakirin.
Pêşniyara we çi ye ji bo Iraq ji vê rewşê derkeve?
A ji bo Iraqê herî başe ew e ku divê Şîe di nava xwe de li hev bikin. Kurd di nava xwe de li hev bike. Li nava Sûneyan jî nakokî hene, lê bi saya welatên Ereban û Siûdiye hinek din xwe rêxistin kirine. Eger ev hemû li hev bikin, dîsa li ser dabeşkirina petrol û dahata Iraqê, her wiha dîsa hikûmet çawa li ser van aliyan bê parvekirin û di nava hikûmetê de cih bigirin, encex wisa dibe çareserî pêk bê. Ji ber çi min got, ji bo ji vê rewşê rizgar bibin 8-10 sal pêwîst e, ew jî ji bo ev hêz ji hev bikevin. Dahata wan kêm dibe, bê taqet dibin, wê demê wê bi hevdu bihesin. Eger ev li hev bikin, dibe di nava çend salan de, hikûmetek bê avakirin.