BI DÎMEN

Dayikên Aştiyê: Werin em mil bidin aştiyê!

Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku li Taksîm Tunelê li hev civiyan, ev bang kirin, “Werin em mil bidin aştiyê.”

Polîsên Tirk hewl dan meşa Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku li Taksîm Tunelê li hev civiyan û xwestin bi daxwaza aştiyê li Kolana Îstîklalê bimeşin, asteng bikin.

Dayikên Aştiyê ku Parlementera DEM Partiyê Çîçek Otlû û Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar piştgirî da, vê pêkanîna keyfî, bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Polîsên ku strana Herne Pêş ku dayikan gotin kirin hincet, anonsa destwerdanê kirin.

 

Dayikên Aştiyê tevî hemû astengiyan jî daxuyanî dan û di serî de dayikên leşkeran wiha bang li hemû dayikan kirin, “Em dest bidin hev, bila carek din tu dayik xemgîn nebin û êşa zarokan jiyan nekin.”

Dayikên Aştiyê destnîşankirin ku ew heta dawiyê li pişt banga “Aştî û civaka demokratîk” a Rêber Apo ne ku di 27’ê Sibatê de kir û diyarkirin ku eger pêwîst bike ew ê ji bo pêkanîna aştiya civakî derî bi derî bigerin.

‘DAXWAZÊN ME ZELAL E!’

Dayikan bilêvkirin ku di pêvajoya jiyana bêtundî de herî zêde erk dikeve ser milê partiyên siyasî û daxwazên xwe wiha rêz kirin, “Divê gavên şênber ji bo aştiyê bên avêtin, divê her yek ji me vê bibîne, bibihîze, bibe parçeyek ji vê, divê girtiyên nexweş û siyasetmedar serbest werin berdan, divê zimanê me bibe zimanê aştiyê, şerên siyasî bi dawî bibe û her partî ji bo aştiyê bixebite.”