DEM-NED’ê kongreya xwe pêk anî
DEM-NED’ê kongreya xwe ya awarte li bajarê Den Haagê pêk anî. Di kongreyê de hevserokên nû hatin hilbijartin.
DEM-NED’ê kongreya xwe ya awarte li bajarê Den Haagê pêk anî. Di kongreyê de hevserokên nû hatin hilbijartin.
Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) li bajarê Den Haag ê Hollandayê kongreya xwe ya awarte pêk anî. Kongre li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlîbûna Hevserokê KONGRA GEL Remezî Kartal û sedan delegeyan hat lidarxistin.
Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di kongreyê de ewilî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û li ser pêvajoya siyasî nirxandin kir. Kartal anî ziman ku xebata bi Rêber Apo re êdî ne xeyal e û got ku armancekî pir rastîn e.
Di kongreyê rapora xebatê ya salane hat xwendin û li ser bingeha rexneyê nirxandin hatin kirin.
Di kongreyê Yuksel Amed û Leyla Licê weke hevserokên nû yên DEM-NED’ê hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.