KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Fermanê li Silêmaniyê jî hatin bibîranîn
Di salvegera 8’an a Qirkirina Êzidiyan de PADÊ li Salona Azadî ya Tevgera Şîa ya Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî bi merasîmekê şehîdên Fermanê bibîr anî, DAÎŞ û xiyanetkar jî şermezar kir. -
Êzidî hatin bîranîn, xiyanet hat şermezarkirin
Li Amedê bi pêşengiya HDP’ê Êzidiyên hatinî qetilkirin hatin bibîranîn û xiyanet hat şermezarkirin. -
Li Fermandariya Tûgayê ya li Şirnexê teqîn çêbûn
Li Fermandariya Tûgayê ya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogutê ya li Şirnexê 3 teqîn pêkhatin. Di şewata piştî teqînê de derketî leşkerên Tirk birîndar bûn. -
Li Êlihê qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê hatin bîranîn
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê di salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan de daxuyaniyek da û xwestin 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî qirkirin û qirkirina jinan bê îlankirin. -
Civaka Êzidî: Em ê ne îxanetê û ne jî berxwedanê ji bîr bikin
Civaka Êzidî di salvegera 8’emîn a fermanê de diyar kirin wê ne îxaneta PDK’ê û ne jî berxwedana gerîlayan ji bîr bikin. -
HPG: 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek û çeperek ji çekên giran hatin îmhakirin. -
Hesîb: Êzidî kirin qurbanê berjewendiyên welatên herêmî û navneteweyî
Nivîskar Hêmin Hesîb diyar kir ku di dema fermana Şengalê de derfet hebûn ku pêşî li komkujiyê bê girtin, lê belê pêşmergeyan û artêşa Iraqê xwe vekişandin û got, "Êzidî kirin qurbanê berjewendiyên herêmî û navneteweyî." -
Qurbaniyên Şengalê li Silêmaniyeyê hatin bîranîn
Li Silêmaniyeyê, ji bo Êzidiyên li Şengalê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 513 roj li pey xwe hişt
Ferît Şenyaşar ê ku Nobedeta Edeletê didomîne got, “Berpirsiyarê qetlîamê, parlementerê hikûmetê û malbata wî ye.” -
TAJÊ ji saziyên navneteweyî re 'rapora fermanê' şand: Gefa herî mezin dewleta Tirk e
TAJÊ ji zêdeyî 100 saziyên navneteweyî re li ser fermana 3'ê Tebaxê raporek şand û li gel parvekirina daneyên dawî her wiha destnîşan kir ku gefa herî mezin a niha li ser Şengalê heye, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker e. -
Li Şengalê bîranîna şehîdên fermanê bi 3 deqeyên rêzgirtinê destpê kir
Li Şengalê, bîranîna şehîdên fermanê bi 3 deqeyên rêzgirtinê destpê kir. Berêvarê jî wê meşeke girseyî û merasîmek were lidarxistin. -
Malbatên girtiyan: Em vê sîstema edaletê qebûl nakin
Malbatên girtiyan ku 261 roj in li Amedê di çalakiya Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî kiryarên newekhev ên qanûnan û gotin, "Em vê sîstema edaletê qebûl nakin." -
Rêxistinên civakî yên Şengalî: Ji bo jinûve avakirinê gavê biavêjin
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şengalê bi wesîleya salvegera qirkirina 3'ê Tebaxê bang li hêzên navneteweyî û herêmî kirin ku ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan û jinûve avakirina Şengalê gavê biavêjin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Amediyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê weşand ku di 5'ê Tîrmehê de li Girê Amediyê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate kuştin. -
'Eşkere bû ku ti projeyeke çareseriyê ya siyasetmedaran tune ye'
Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî bal kişande ser rewşa Kurdan li Bexdayê û got, "Ji ber ku Kurd li Bexdayê yekgirtî û xwedî proje nînin, lewma lawaz in û ne berjewendiyên neteweyî, lê berjewendiyên hizbî bi dest dixin." -
Fermana Şengalê: Bi hezaran kes hînê winda ne!
Yek ji fermanên herî mezin ku li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên hegemonîk ve hate rakirin. Hîn jî agahî ji hezaran kesî nayê girtin; gelo sax in yan jî mirî ne. -
Îmam tecawiz kir, kurê wî yê dozger jî nixumand
Dosya Îmam Îhsan Perteklî ji aliyê dadgerî û siyasiyan ve hate girtin ku li Norşînê li qûrsa quranê dest avêt zarokek 13 salî. Êrîşkarê ku daxwaza teqawîtbûnê kir û ji Norşînê reviya, nayê zanîn bê niha li ku ye. -
Temenekî ji bo azadiyê: Ahmet Rûbar
"Fermandarek divê bi vî rengî be. Her kêliyê bi şervanên xwe re tevbigere, parve bike, bike, bikenîne, motîvasyonê biafirîne. Yanî divê mîna hevalê Ahmet be. Fermandarekî xwezayî û cidî." -
Li Mexmûrê merasîma bîranînê
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmek girseyî, Şehîd Ehmed Rûbar, Cemîl Cûdî û Rûbar Batman ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî. -
Şehîdên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn
Bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê, şehîdên fermanê hatin bibîranîn û banga yekitiyê hat kirin. -
Tevgera Azadî: Em ê li dijî her planekê ya li ser civaka Êzidî bisekinin
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê li dijî planên li ser civaka Êzidî bisekinin. -
6 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 3 konên leşkerî, kamerayeke mobese hate îmhakirin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin. -
Girtiya 80 salî Makbûle Ozer rakirin nexweşxaneyê
Makbûle Ozer a 80 salî ku 83 roj in li Wanê girtî ye, bi gumana nexweşiya Covîd-19’ê rakirin nexweşxaneyê. -
Jinên Tîrêjên Rojê 17 wesayit û 2 kargeh şewitandin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku 15 jê luks 17 wesayit û 2 kargeh şewitandine, polîsek jî birîndar kirine. -
KONGRA-GEL: Mirovahî deyndarê gelê Êzidî ye, divê Şengal xweser be
KONGRA-GEL diyar kir ku ji ber fermanên li gelê Êzidî rabû, gelên Kurdistanê û mirovahî deyndarê Êzidiyan e û destnîşan kir, ku xwestina efûyê jî bi misogerkirina xweser a Şengalê dibe.