Li Efrînê du kes hatin revandin

Li gundê Gawenda yê Efrîna dagirkerî, du welatî ji aliyê çeteyên “Ehrar El Şerqiy” yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin revandin.

Li gundê Gawenda yê Efrîna dagirkerî, du welatî ji aliyê çeteyên “Ehrar El Şerqiy” yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin revandin. Hate zanîn welatiyan bi boneya Cejna Qurbanê ji Helebê berê xwe dane Efrînê. Çeteyan welatî êşkence kirin û ew revandin.

Hate zanîn ku kesên hatine revandin Reşîd Seydo Bekir (Ebû Ferhan) û kurê birayê wî Egîd Bekir e û ji gundê Gewenda yê Racoya Efrînê ne.

Li gorî çavkaniyên herêmê çete di saet 12:00’an de piştî nîvê şeva duh, bi 4 wesayîtan hatin, li her du welatiyan da û di bin gefa çekê de ew revandin. Her wiha çeteyan wesayîta Egîd Bekir jî dizî û bi xwe re birin.