Şehîd Mazlûm Malçok li Osnabruckê hat bibîranîn
Ji fermandarê HPG’ê Mazlûm Malçok yê 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bûbû, li Osnabruckê hat bibîranîn.
Ji fermandarê HPG’ê Mazlûm Malçok yê 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bûbû, li Osnabruckê hat bibîranîn.
Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê di şexsê yek ji fermandarê HPG’ê Mazlûm Malçok (Vedat Işik) yê 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bûbû, Dijwar Ararat (Ozkan Kaya) û Baz Çatak (Abdulhakîm Baran) de şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di bîranînê de li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Fatma Cizîr û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Munster-Osnabruckê Îsmet Stêrk axivîn.
Fatma Cizîr anî ziman ku rêya Rêber Apo bi çar kesan da destpêkirin îro gihiştiye bi milyonan û got: “Şehîdên me nirxên herî pîroz ên Kurdistanê ne. Em ê timî li ser rêya şehîdan bimeşin û bibin layîqê şehîdan.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Munster-Osnabruckê Îsmet Stêrk jî axivî û got: “Divê em îro li ser pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin xwe birêxistin bikin û xwe ji pêvajoyê re amade bikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.