Xizmên windayan li aqûbeta Yildiz pirsîn

Xizmên windayan li aqûbeta Mehmet Yildiz ê ku di sala 1992’an de di dema destgîriyê de hatibû windakirin hate pirsîn.

Çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku di sala 2009’an de li Parka Koşûyolû ya Amedê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve hat destpêkirin, di hefteya 703’an de berdewam kir. Xizmên windayan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê li hev kom bûn, wêneyên xizmên xwe yên hatinî windakirin hilgirtin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û got, “Em di demên dawî de bûne şahidên jiyan ji destdana hiqûqnas, gerîla û sivîlan. Riya vê jî çareseriya demokratîk û aştî ye.”

ÇÎROKA YILDIZ

Piştre endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Mehmet Yildirim ê ku di sala 1992’an de li navçeya Qulpê hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin vegot. Yildirim diyar kir ku Yildizê ku zewicî bû li Mêrsînê dixebitî û di dema bûyerê de ji bo dîtina malbata xwe hatiye Amedê û wiha got: “Birayê Mehmet Yildiz Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de li Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Di 22’ê Tîrmeha 1994’an de Mehmet Yildiz li Karacakoya navçeya Hazroyê dema ji Amedê diçû navçeya Qulpê di dema kontrola nasnameyan a cendirmeyan de li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tê destgîrkirin. Her 3 kes birin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê.”

Yildirim, anî ziman ku Mehmet Aktar piştî demekê, piştî ku xizmên wî yên cerdevan ketin nava liv û tevgerê, hat berdan û wiha got: “Em ê careke din ji Mehmet Yildiz agahî negirin. Malbata wî ji bo eşkerekirina aqûbeta Mehmet Yildiz gelek hewldanan dide, lê ti encamê nagire. Mehmet Yildiz ji wê demê heta niha winda ye.”