KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker dîsa li gundê Perexê da
Hate diyarkirin dewleta Tirk a dagirker dîsa bi topan li gundê Perexê yê Zaxoyê da. -
Şêniyên Zaxo li dijî komkujiyê çalakiyek lidarxistin
Duh şev li bajarê Zaxoyê bi armanca şermezarkirina komkujiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin, çalakiyek hat lidarxistin. -
5 girtiyên ku PDK wan bernade, dest bi rojiya mirinê kirin
5 girtiyên ji Şêladizê yên ku divê piştî Cejna Qurbanê bihatina berdan lê PDK wan bernade, dest bi rojiya mirinê kirin. -
Zanyar Cûma: Bombebarankirina geştyaran li Zaxoyê peyameke Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê ye
Çalakvanê sivîl ê bajarê Kerkûkê Zanyar Cûma got; “Tirkiye bi vê bombebaranê re ragihand ku şerê wê bi PKK’ê re tune ye, di rastiyê de armanckirina gelê Iraqê ye. Lê hikûmetê ev peyam fêm nekir.” -
Hesen Şêxanî: Rewşa Iraqê ber bi xirabbûnê ve diçe
Çavdêrê siyasî Hesen Şêxanî diyar kir ku hikumeta Iraqê lewaz bûye û got; “Ji ber wê serweriya welat û sînor ne parastî ne û bi êrîş û destwerdanên welatan re rû bi rû ye.” -
PKK’ê şehîd Amara Tolhildan bi bîr anî
Komîteya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Amara Tolhildan bi bîr anî ya ku di 25’ê Cotmeha 2018’an de ketibû ber lehiyê û şehîd bûbû. Komîteyê got “Em ê bîranînê her şehîdên xwe bikin bingeha welatekî azad û jiyana wekhev.” -
Ciwanên Hewlêrê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
Ciwan li pêşiya Keleha Hewlêrê kom bûn û dewleta Tirk a ku qetlîama Zaxoyê kiribû, protesto kirin. -
Cenazeyê Şehîd Berfîn Rêbaz hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz ku 11’ê Hezîranê li Metîna di êrîşeke dagirker a dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Silêmanî bi merasîmekê hate veşartin. -
‘Komkujiya Zaxo berdewama komkujiyên li hemberî gelê Kurd e‘
Xebata Tifaqa Kurdistanî, Komkujiya Zaxoyê şermezar kir û got: “Komkujiya Zaxo berdewama komkujiyên li hemberî gelê Kurd e.“ -
Roja 500’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar e
Hevseroka OHD’ê Meral Halat a di roja 500’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de axivî û got: ‘’Ev doz, nîşaneya polîtîkaya necezakirinê ya bi salan a li Tirkiyeyê ye." -
Cenazeyê Şehîd Berfîn Rêbaz gihişt Silêmaniyê
Cenazeyê Şehîd Berfîn Rêbaz ku 11’ê Hezîranê li Metîna şehîd bûbû ji Behdînan hate rêkirin, li Dukan hate girtin û ber bi Silêmaniyê ve hate şandin. -
Ciwanên Welatparêz Komkujiya Zaxo şermezar kir
Ciwanên Welatparêz komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perexê ya Zaxo pêk anî protesto kir. -
Tevgera Azadiyê: Li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin
Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî, şermerzar kir û got: “Eger em li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng bimînin, wê tevahiya welatê me bê bombebarankirin.“ -
HPG’ê diyar kir ku Berfîn Rêbaz şehîd bûye
HPG’ê diyar kir ku gerîlaya wan a bi navê Sara Ahmed (Bêrfîn Rêbaz) şehîd bûye û got “Hevala me Berfîn Başûrê Kurdistanê di serî de, bûye yek ji milîtana ku hemû gelê Kurd dikare wê ji xwe re wekî mînak bistîne.” -
CPT: Êrîşa li Zaxo ji baregeha Tirkiyeyê hat kirin
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT), diyar kir ku bombebarana li gundê Perexê yê Zaxoyê ji baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê hatiye kirin. -
Komkujiya Zaxoyê li Şirnexê hat protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta Tirk duh li gundê Perex ê Zaxoyê kir şermezar kir û banga diyarkirina helwestê ji partî û aliyên siyasî yên Başûr û saziyên navnetewî kir. -
Ji bo çalakiya sibe ya şermezarkirina dagirkeriyê ya li Hewlêrê bang hate kirin
Komîteya Amadekar a Çalakiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibe li bajarê Hewlêrê dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk a dagirker bê şermezarkirin; bang li her kesê kir ku sibe tevlê çalakiyê bibin. -
KONGRA-GEL: Hêzên ku çavên xwe ji dewleta Tirk re digirin ji komkujiyê berpirsyar in!
KONGRA-GEL, qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê bi tundî şermezar kir û got, “Berpirsyarê vê komkujiyê hêzên ku heta îro êrîşên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatin û piştgirî dan wan in.” -
Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de didome
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku malbata Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 500’î de didome. -
Dewleta Tirk çekên kîmyawî û bombeyên fosfor bi kar tîne-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker ku ji destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran dixwin, çeperên şer 7 caran bi çekên kîmyawî, bombeyên fosfor û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran jî bi helîkopter û bi dehan car jî bi hewan û obusan bombe kirin. -
‘Heta azadiya girtiyan em ê çalakiya xwe bidomînin’
Nobeta Edeletê ya malbatên girtiyan di roja 248’emîn de li pêşiya Edliyeya Amedê dewam kir. -
Li Kerkûkê ala Tirkiye anî xwar û li Xaneqîn jî ala Tirkiye şewitandin
Xwepêşandanên ku li Kerkûkê li ber avahiya vîzeyê ya Tirkiye kom bûn ala Tirkiye anî xwarê. Li Xaneqînê jî xwepêşandan destpê kir û ala Tirkiye hate şewitandin. -
Meclîsa Xweser a Şengalê daxwaz kir ku leşkerên Tirkiye ji Iraqê derkevin
Konseya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê piştî komkujiya li Zaxo û şûnde daxuyaniyek da û daxwaz kir ku dewleta Tirk ji Iraqê derkeve. -
Baroyên Bakurê Kurdistanê wê li ser qetlîama Zaxoyê gilî bikin
Gelek baroyên li Bakurê Kurdistanê diyar kir ku wê têkildarî qetlîama dewleta Tirk a li Zaxo pêk anî gilî bikin, daxwaza darezandina berpirsyaran kirin. -
Li Iraqê xwepêşandan: Alavên Tirkiyeyê boykot bikin-NÛ BÛ
Di serî de li Kerkûk, Bexda, Necef, Kerbela, Wasit û gelek deverên din li dijî êrîşa dewleta Tirk a li Perexê ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn, welatî daketin qadan û alavên Tirkiyeyê boykot dikin.