Li Şino ciwanek û 3 zarok hatin destgîrkirin

Duh hêzên Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanek û 3 zarok destgîr kirin. Aqûbeta kesên hatine destgîrkirin wan nayê zanîn.

Hat ragihandin ku li bajarê Şino ya girêdayî parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê piştî ku ciwanek û 3 zarokên din yên xelkê gundê Babî Xalidabad vexwendine navenda Îttîlaatê ya bajêr, her 4 kes destgîr kirine.

Piştî destgîrkirinê heta niha jî nayê zanîn bê ka hêzên Îranê ew birine ku derê.

Navên her 4 ciwan û zarokên Kurd ên hatinî destgîrkirin wiha ye; Hesîb Hesenzade (18), Zanyar Hesenzade (16), Saman Hesenzade (17) û Pêşewa Şadab (16).