MEBYA-DER'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî cenazeyên gerîla da
Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî cenazeyên gerîla da.
Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî cenazeyên gerîla da.
MEBYA-DER'ê li ber avahiya komeleyê ya li Wanê daxuyaniyek da. Li gel rêveberên komeleyê, rêveberên HDP, DBP, TUAY-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di dema daxuyaniyê de amade bûn.
Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya got, "Em, malbatên kesên ku xizmên xwe bi rengê herî hovane ji dest dane, me rûyê herî sar ê mirinê bi dehan caran dît."
Kaya diyar kri ku desthilatdarî ji bo çarenûsa xwe timî tovên kîn, nijadperestî û şer diçîne û bal kişand ser êrîşên li dijî cenazeyan û goristanan.
Kaya got, "Me gelek tişt dît ku me digot dijmin vê nake. Cenazeyên dayikan ji gorê hatin derxistin, bi rojan li naverastê hatin hiştin, cenaze li kolanan hatin kaşkirin. Cenazeyên bi dizî hatin revandin li qiraxa rê hatinv eşartin. Cenazeyên ewladên wan di qutiyan de bi kargoyê ji dayikan re hatin şandin. Qîma xwe bi vê jî neanîn, di tespîtkirin û radestkirina cenazeyan de jî êşkenceya psîkolojîk û hestewarî hate kirin. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku li gel teşhîskirian cenaze jî li benda encamên DNA'yê dihêle, bi vî rengî dema şînê dirêj dike, di dema veşartina cenaze de nahêle endamên malbatê biçin goristanê, nahêle wecîbeyên olî bi cih bê anîn. Hem weke sazî hem jî weke welatî tevlîbûna li merasîma cenazeyan mafê me yê herî xwezayî û mirovî ye, lê em ji vî mafê xwe bêpar têne hiştin."