Aydenîz: Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, têkildarê birîna daran a li Şirnexê dewam dike daxuyanî da û got: “Ev talana ku li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya şer e.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî birîna daran a li Şirnexê dewam dike daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên bajêr û navçeyê yên DBP û HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû, Mehmet Zirig, Hevşaredara Îdîlê Songul Erden, Mûrat Şen û bi dehan kes tev li çalakiya ku li ber Çiyayê Nimêjê hat lidarxistin, bûn.

Di daxuyaniya ku li herêma dar hatin birîn û bi motoran hatin hilgirtin, hat dayîn de. Pankarta “Xweza jiyan e, jiyanê qetil neke” vekirin û bê navber dirûşmeya “Destên dirêjê daristanan bibin, bila bişikên” hat berzkirin.

‘ŞERÊ TAYBET’

Di daxuyaniyê de ewilî Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û da zanîn ku du sal in bê navber li bajêr dar tên birîn. Îmîr destnîşan kir ku 4 sal in li Kurdistanê şerê taybet tê meşandin û anî ziman ku talana daran a li Cûdî, Gabar, Çiyayê Nimêjê û herêma Bestayê tê kirin konseptek cuda ya şerê taybet e.

‘KURDISTANÊ TALAN DIKIN’

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Hewil didin ku vê dere ji mirovan xalî bikin. Dixwazin mirovan bê nasname bihêlin. Bi salan bi rêyên dûble pesnê xwe didan. Van rêyan ji bo talankirina Kurdistanê bi kar tînin.”

BANGA JI EKOLOJÎSTAN RE

Aydenîz bang li ekolojîstan jî kir û got: “Ev talana ku li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, polîtîkayek a şer e ku li dijî xwesteka gel a xwebirêvebirinê tê kirin. Divê kes li hemberî vê talanê bêdeng nemîne. Bêdeng mayîna ji van polîtakayên ku li vir tên meşandin re, tê wateya hevkariya bi van polîtîkayan re. Ji ber vê yekê divê berê hemû ekolojîstan li Kurdistanê be. Polîtîkayên ku li vir tên meşandin, dibe sedem ku gel di nava qeyranê de bijî. Heta ev polîtîkayên şer hebin wê qeyranên aborî û siyasî jî hebin.”