Dîmenê hovîtiyeke din a artêşa Tirk: Kûçikan bi zorê dişîne nava tunelên şer

Dîmenê wê yekê eşkere bû, bê artêşa Tirk kûçikekî çawa amade dike û bi zorê bi ser Tunelên Şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve dişîne.

Êrîşa artêşa Tirk a li ser Zap, Avaşîn û Metînayê, ku 14’ê Nîsana 2022’an ji bo dagirkeriyê da destpêkirin, tevî ku kete meha çaran jî, negihîştiye armanca xwe. Dewleta Tirk hesabê wê yekê dikir ku bi amûrên şer ên NATO’yê û piştgiriya PDK’ê di nava çend hefteyan de qadên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dagir bike. Ev hesabên dewleta Tirk di vê pêvajoya derbasbûyî de pêk nehatin.

Artêşa Tirk li çiyayên Başûrê Kurdistanê kete nava çiravê. Li hemberî rêbazên berxwedana hemdem a gerîla, ji bo xwe ji rewşa xitimî rizgar bike ji cerdevanan û kontrayan heta bi komandoyên bi perwerdeya taybet, ji leşkerên ji bo pereyan şer dikin heta bi yekîneyên taybet ên jê re ‘kumik bordo’ dibêjin, her cûre hêza xwe ya leşkerî tevlî şer kir. Di nava sê mehên derbasbûyî de jî gelek caran çekên kîmyewî bi kar anî.

Artêşa Tirk a dagirker bêdengiya cîhanê û raya giştî ya navneteweyî ji bo xwe weke firsendekê dît û ji çekên taktîk nukleer heta bi bombeyên fosforê her cûre çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî. Ji ber êrîşên bi van rê û rêbazên qirêj gelek gerîla şehîd bûn.

Artêşa Tirk ku nikare bikeve nava çeper û tunelên şer, serî li rêbazên herî nebaş ên dîroka mirovahiyê da. Ku dîmenê vê yekê eşkere bû. Di dîmenan de bi rengekî eşkere tê dîtin bê kûçik çawa weke amûreke şer têne bikaranîn, ku ev rêbaz ji aliyê mirovahiyê ve hatiye mehkûmkirin. Ev dîmen ji kamera leşkerên Tirk e ku bi serê kûçik ve girêda bûn. Ev dîmen jî nîşaneya herî şênber e ku leşkerên Tirk li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bêçare mane.

Di dîmen de ku 9 deqe ne, leşkerên Tirk destpêkê kamerayekê, lampeyeke led û malzemeyên din ên şer bi kûçik ve girê didin. Piştre jî kûçik dibin pêşiya tuneleke şer û benê di stuyê wî de vedikin. Kûçik naxwaze bikeve hundirê tunelê. Perwerdekarên taybet ên artêşa dagirker kiryarên xerab li kûçik dikin û bi zorê kûçik dişînin hundirê tunelên şer.

Kûçikê ku ber bi Tunelên Şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve hate şandin, di dema şer de mir.

Di dîmenekî din ê li heman tunelê de jî tê dîtin, ku piştî şerê navbera gerîlayên HPG-YJA Starê û hêzên artêşa Tirk a dagirker qewimî, tunel ji artêşa dagirker tê paqijkirin û termê kûçik jî dikeve bin kontrola gerîla.