KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakvanên ciwan: Bi yekîtiya gelên Iraqê em dikarin pêşiya dagirkeriyê bigirin
Çalakekî ciwan dibêje: “Helwesta lewaz û daxuyaniya şermokî ya berpirsên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî xwîna qurbaniyên êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê bêrêzî ye.” -
HPG: Ji bo tolhildana komkujiya Zaxoyê çalakî hatin lidarxistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo tolhildana komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxo pêk anîbû çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper, dronek û kamerayek mobesse hatin rûxandin, wesayîtek zirxî jî hate derbkirin. -
Li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek hat kirin
Li navçeya Edremîtê ya Wanê duh êvarê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakiyek hat kirin. -
Nasnameyên gerîlayên li Wanê şehîd bûne hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe ya tolhildana rêhevalên xwe yên li Wanê şehîd bûne, serxistina têkoşîna wan û zindî ragirtina bîranînên wan li Kurdistana azad, dubare dikin.” -
‘DAÎŞ’ê xwest ola me tine bike’
Şêx Hisên diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê qirkirine, armanca esasî tinekirina ola kevnar a Êzidiyan bû û wiha got, “Ji ber wê di fermanê de 68 cihên pîroz ên Êzidiyan hatin bombekirin.” -
Dag: Hedefa êrîşan destketiyên Kurdan in
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê û Komkujiya Zaxoyê û got, armanca êrîşan destkeftiyên Kurdan e. -
Eren: Ji bo ku hevdîtin li Îmraliyê çêbibe divê berpirsyartî bê girtin
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku hevdîtin pêk bê, banga girtina berpirsyartiyê kir. -
‘Divê nehêlin yek saziyeke dewleta Tirk li ser xaka Iraqê bimîne’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê da û got, “Divê gelê Iraqê yek al, sazî û komeleya dewleta Tirk li ser xaka Iraqê nehêle.” -
Ciwanan ji gelê Başûr xwest li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber deriyê Parka Sera li dijî komkujiya dewleta Tirk a li seyrangeha Perex a Zaxo çalakiyek li dar xist û daxwaz ji gelê Başûr kir ku li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bibin xwedî helwest. -
Iraq komîsyona lêkolînê dişîne cihê Komkujiya Zaxoyê
Parlamentoya Iraqê derbarê Komkujiya Zaxo de civînek li dar xist û biryar girt ku komsîyona lêkolînê bişîne cihê komkujiyê. -
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî hate birîndarkirin. -
Xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman civiyan
Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan ji bo Mûsa Kolûman kom bûn. Kolûma di sala 1997’an de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. -
'Kolanên Iraqê hikûmet neçar kir ku helwestê li dijî Tirkiyê bistîne'
Her wiha xwepêşandanên heyî yên li dijî dagirkeriya Tirk her ku diçe mezintir û berfirehtir dibin û zextên kolanên Iraqî ya ji bo pêşî li bombebaranên Tirkiyê bigirin bi giştî li ser hikûmetê zêdetir bûye. -
Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dolmîşa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 17 karker jî birîndar bûn. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo dîmenê çalakiyê weşand
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo a ku li Girê Amediyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistibû û dîmenê çalakiyê weşand. -
Dinyayê dengê xwe nedikir, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qetlîam dikir!
Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê bê navber komkujiyan dike. Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015’an heta niha bi kêmanî 129 kes qetil kirine. Herî dawî li Perexê li geştyarên Ereb dan, 9 kes qetil kirin û 23 kes jî birîndar bûn. -
'Ji bo civaka Êzidî tekane çare xwerêvebirin e'
Hikûmeta Iraqê heta bi niha ji bo mafê Êzidiyan tu gav neavêtiye. Endamên sazî û rêxistinên Êzidiyan diyar dikin ew baweriyê bi kesê naynin û çareseriya ji bo Êzidiyan ew e ku ew xwe bi rê ve bibin. -
Berpirsê qetlîama Zaxoyê polîtîkayên PDK’ê ye
Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî qetlîama li Zaxoyê dan û diyar kirin sedema vî tiştî polîtîkayên PDK’ê ye. -
Li Kerkûkê semînara ‘Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê’ hat dayîn
Ji bo hişyarkirina ciwanan derbarê feraseta demokrasiyê, li bajarê Kerkûkê semînarek bi navê “Pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê” hat dayîn. -
HDP’ê komkujiya Zaxoyê li Amedê protesto kir
HDP’ê komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Zaxoyê pêk hatî li Parka Koşûyolûyê protesto kir û destnîşan kir ku wê hesaba komkujiyê bipirsin. -
PDK’ê li Hewlêrê 3 çalakvan destgîr kir
Ji bo pêşî li xwepêşandana ku îro wê li dijî komkujiya Tirkiyê bihatiba lidarxistin bê girtin, PDK’ê 3 çalakvan destgîr kir û hêzeke zêde belavî nava Hewlêrê kiriye. -
PDK dest ji parastin û nixumandina sûcên dewleta Tirk bernade
Duh komîteya amadekar a çalakiyan diyarkiribû ku îro saet 17:00’an li Hewlêrê wê ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxo çalakî bê lidarxistin. Lê PDK’ê rê neda welatiyan ku çalakî bikin û bi vî rengî careke din hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re nîşan da. -
Li girtîgeha Amedê girtiyek hat qetilkirin
Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî yê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê de girtî bû, di hucreya yekkesî de hat qetilkirin. -
HPG: 2 Dron û çeperek hate îmhakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger ede 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 dron hatin îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin. -
Li Mêrdînê qetlîama Zaxoyê hate şermezarkirin
Li Mêrdînê qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû hate şermezarkirin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay diyar kir, dema hesabê qetlîaman neyê pirsîn, qetlîamên nû tên kirin.