HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em ê li ser şopa hevalên xwe biçin û em ê teqez xeyalên wan pêk bînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê layiqî şehîdên xwe bin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Hevrêyên me Memo, Serhat û Êrîş bi têkoşîna xwe navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka azadiya Kurdistanê nivîsandine û bûne mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Wan jiyana xwe ya takekesî danîne aliyekî  û bûne şoreşgerên fedaî yên Kurdistanê. Piştre dema ku li ser gelê me yê Êzidî qirkirin pêk hat wan berê xwe da Şengalê û şer kirin. Şerê destanî, helwesta wêrekbûn û fedakariya mezin a milîtaniya Apoyî di şexsê hevalên me Memo, Serhat û Êrîş de şênber bûye. Dema ku hemû kes bi tirs û xof ji Şengalê direviyan, milîtanên Apoyî bi cesaretekî mezin çûne ser zilmê, çeteyên DAÎŞ’ê têk birine û peywira xwe ya dîrokî ya li Şengalê bi serkeftî bi cih anîne. Her sê hevalên me, bi moral, coş û serbilindiyeke mezin vegeriyane çiyayên Kurdistanê û vê carê jî li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê şer kirine.

Di sala 2017’an de ya ku Şerê Gel ê Şoreşgerî kûr bû, gelek qehremaniyên mezin çêbûne. Dema ku dewleta Tirk a dagirker bi pêleke mezin êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikir, Botan di serî de li her qadên Bakurê Kurdistanê destanên berxwedanê pêk hatine.  Yek ji qada ku ev berxwedan lê pêş ketiye jî qada Cûdî bû. Li qada Cûdî dema ku hevrêyê me Memo fermandarê herêmê bû, gelek çalakî hatine kirin û di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatine xistin û planên dijmin hatine pûçkirin. Hevrêyên me Memo, Serhat û Êrîş ji bo azadbûna civaka Êzidî peywira xwe bi cih anîn û di 15’ê Îlona 2017’an de di operasyona artêşa Tirk a dagirker de piştî şer, şehîd bûne.

Em ê li ser şopa van hevalên xwe bimeşin û em diyar dikin em ê xeyalên wan ên azadiyê teqez bi cih bînin û em ê layiqî şehîdan bin. Em bi hevrêyên ku serbilind in ku me tevî van hevrêyên xwe têkoşîn dane meşandin. Malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de em sersaxiyê ji civaka xwe ya Êzidî ya ku ji dil girêdayî hevrêyên me ne û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Memo Mêrdîn

  Nav û paşnav: Davût Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Wesîle – Alî 

  Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2017’an / Cûdî

 

  Nasnav: Serhat Cegerxwîn Dîgor

  Nav û paşnav: Îbrahîm Gonen

  Cihê jidayikbûnê: Qers

  Navê dê û bav: Fatma - Hûlûsî

  Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2017’an / Cûdî

 

  Nasnav: Êrîş Hebûn

  Nav û paşnav: Bariş Erkol

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Bedîa - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Îlona 2017’an / Cûdî

 

MEMO MÊRDÎN

Hevrêyê me Memo ku di nav malbateke welatparêz de li Qoserê de ji dayik bû, di destpêka salên 1990’î de, dema ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bû û ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn, PKK nas kir. Di wê baweriyê de bû ku PKK dikare hesreta gelê me ya bi sedan salan a azadiyê pêk bîne û li ser vê bingehê jî tevlî xebatan bû. Dijminê ku ji potansiyela ciwanên Kurd a şoreşger ditirsiya, serî li rêbazên komkujî û girtinan da. Di wan pêvajoyan de bi hezaran ciwanên Kurd ên welatparêz û şoreşger hatin qetilkirin û girtin. Hevrêyê me Memo bi tevlêbûna xwe ya aktîf di xebatên ku di nav de cih digirt, bala dijmin dikişand. Hevrêyê me Memo ku di sala 1996’an de dîl ket destê dijmin, demekê di zindanên dewleta Tirk a qirker de ma. Bi saya kevneşopiya me ya berxwedanê ya zindanê, rêhevalê me Memo jî di şert û mercên zindanê de xwe perwerde kir û firsend dît ku PKK’ê baştir nas bike. Dema ku Rêber Apo û PKK’ê ji nêz ve nas kir, zêdetir berpirsyarî hilda ser milên xwe. Piştî ku Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî ji aliyê dijmin ve hate girtin, mîna bi hezaran ciwanên Kurd ev rewş qebûl nekir û weke bersiv di sala 2002'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Memo tevî ku zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn, lê bi zanebûnê ku sivikkirina êş û azarên gelê xwe û misogerkirina azadiya welatê xwe erka herî mezin a welatparêziyê ye, tevlî nava refên Partiyê bû. Ji ber ku bûyîna bavekî ku li Kurdistanê ji bo zarokan jiyaneke bi rûmet, nasname û azad ava bike, ancax bi dayîna welatekî azad û jiyaneke azad ji wan re pêkan e. Di kûrahiya dilê xwe de vê rastiya şewitî û dijwar hîs kir, li ser esasê fedekariyeke mezin berê xwe da doza azadiya Kurdistanê.

Hevrêyê me Memo ku ji herêma Omerya ya Merdînê tevlî nava refên gerîla bû, ji sekna jiyanê û têkiliyên rêhevaltiyê yên li vê herêmê gelekî bandor bû. Her çiqas demeke kin li herêma Mêrdînê ma jî bi hevalên xwe yên li vir ve girêdayî bû û tevî ku gelek sal derbas bûn jî bîranînên xwe yên bi gerîllayên yekem ên ku pê re nas kirin ji bîr nekir. Hevrê Memo ku girîngiyeke mezin dide gerîlatiyê, ji kûr ve dizanibû ku gerîla ji bo gelê Kurdistanê tê çi wateyê. Dizane ku îstîsmara sed salan a gelê me roj bi roj tê şikandin û sînorên ku dixwazin di mejiyê gelê Kurdistanê de çêbibin, di encama têkoşîna gerîla de yek bi yek têk diçin. Ji bo vê jî ji bo ku bibe gerîlayekî jêhatî, bi lez û bez beşdarî perwerde û xebatên pratîkî bû; Di demeke kin de karîbû bibe milîtanekî pêşeng ê ku dikaribû bersivê bide erk û berpirsyariyên xwe.

Nêzî 6 salan li herêma Heftanînê gerîlatiyê kir û gav bi gav tevahî qad nas kir. Rêhevalê me Memo ku xwedî kesayetek pir kedkar e, bi keda xwe xwe afirand û roj bi roj hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de pêş ket. Yekemîn ezmûna xwe ya fermandariyê di qada Heftanînê de jiya û hewl da ku hemû taybetmendiyên fermandarekî Apoyî di kesayeta xwe de temsîl bike. Di sala 2008’an de êrîşên dijmin ên li ser gelê me ku weke qetlîam pêk hatin û dijwar bû, hêrsa hevrêyê me Memo hê zêdetir kir û ji bo tola gelê me bistîne, pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Piştî ku pêşniyara wî hat qebûlkirin rêhevalê me Memo berê xwe da herêma Cûdî ya dilê Botanê û 5 salan li wir pratîkê kir. Hevrê Memo ku di 5 salên pratîka Cûdî de xebatên girîng meşandin, bi taybetî di hînkirina stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî kedek mezin da. Di heman demê de li dijî dijmin pêşengtiya gelek çalakiyan kir û kir ku dijmin li herêma Botanê nikaribe hereket bike. Di sala 2013’an de di nava komên ku li ser esasê meşa çareseriya demokratîk derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne cih girt û heta sala 2014’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Di vê pêvajoyê de hesabê pratîka xwe kir û dersên girîng derxist. Bi taybetî jî weke fermandarekî bi azwerî li ser pêşxistina şerê me yê gerîla giranî daye. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî gelê me yê Şengal û Rojava kir, di nava komên yekem ên gerîla yên çûn Şengalê de cih girt û alîkariya gelê me kir. Hevrêyê me Memo ku ji bo tolhildana êşên gelê me yê di şerê li dijî çeteyan de her tim li pêş bû, di şer de birîndar bû, lê dîsa jî ji israr, îrade û pêngava xwe ya têkoşînê paşve gav neavêt. Her tim xwestiye têkoşîna xwe ya heyî mezin bike û di asteke mezin de bi ser ketiye. Hezkirin û hurmeta mezin a gelê Êzidî bi taybet zarokan bi dest xist û bi taybetmendiyên fermandarê fedaî yê Apoyî ku di kesayeta xwe de cih girt, bandoreke mezin li civaka Şengalê kir.

Hevrêyê me Memo ku di sala 2016’an de piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Şengalê vegeriya çiyayên Kurdistanê û di heman salê de derbasî herêma Bakurê Kurdistanê bû ku şer lê dijwar bû. Bi tecrûbe û giraniya xwe ya li ser şerê gerîla, gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin koordîne kir û di van çalakiyan de derbên herî giran li dijmin xist.

Hevrêyê me Memo ku bi zelaliya xwe di felsefeya Apoyî de jiyaneke derwêşî jiya; Di kesayeta xwe de bi sadebûn, durustî û netewa xwe di têkiliyên xwe yên rêhevaltiyê de hemû taybetmendiyên fermandarekî Apoyî yê mînak temsîl dikir. Ji ber vê yekê di nava rêhevalên xwe de bû navendeke balkêş. Li ser baweriya xwe ya bi Têkoşîna Azadiya Jinê re, bi rêhevalên xwe yên jin re li ser esasê tedbîrên azadiyê têkiliya xwe pêş xist û di vê wateyê de bû milîtanekî mînak a Apoyî.

SERHAT DÎGOR

Hevalê me Serhat li navçeya Dîgorê ya Qersê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Qada Dîgorê yek ji wan qadan e ku li Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê serhildan hatiye destpêkirin. Di salên 1990’î de gelek kes ji Dîgorê tevlî nav PKK’ê bûne. Hevrêyê me Serhat jî di keleporeke dîrokî ya wisa tê û ji malbata wî jî tevlêbûnên nav refên gerîlayan çêbûye. Bi taybetî tevlêbûna apê wî bandoreke mezin li wî kiriye û hê ji zaroktî de xwestiye li ser şopa apê xwe biçe û bibe gerîla. Heval Serhat wekî ciwanên xwedî rûmet ê Kurd têkoşîn hilbijartiye û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Dema ku ew nû tevlê bûye wî navê kurê metika xwe Serhat ê şehîd stendiye. Piştre dîtiye ku girêdana bi şehîdan bi tenê wisa nabe û perwerdehiya şervanên nû di serî de di hemû perwerdehiyan de tevlêbûneke cîddî çêkiriye û ji bo ku bibe gerîlayekî jêhatî hewldaneke mezin nîşan daye. Heval Serhat demekê li Garê maye û di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş xistiye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava û Şengalê kir, wî jî xwest biçe li hemberî çeteyan şer bike û di sala 2015’an de derbasî Şengalê bû û li vir tevlî pêngavên azadkirina Şengalê bû. Di vî şerî de wî tecrubeyeke xurt stendiye û xwestiye van tecrubeyên xwe li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Di sala 2016’an de çûye Bakurê Kurdistanê û li qada Cûdî dest bi têkoşînê kiriye. Bi awayekî çalak tevlî nav Berxwedana Xwerêveberiyê bûye û peywira xwe bi serkeftî pêk aniye. Bi tevlêbûna xwe ya sade û kesayetiya xwe ya xwezayî di nav hevalên xwe de gelekî jê dihat hezkirin.

ÊRÎŞ HEBÛN

Hevreyê me Êrîş ê ku yek ji nûnerên nifşa kevneşopiya PKK’ê ye, li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Hevreyê me ji ber êrîşên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me neçar dimîne bi malbata xwe re koçî Mersînê bibe. Li vê derê ji nêz ve dibe şahîdê polîtîqayên qirêj ên dewleta dagirker ku li metropolên Tirkiyeyê hewl dide ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixe. Hevreyê me Êrîş ku bi kevneşopiyeke welaparêziyê mezin dibe di temenê xwe ya biçûk de tevlî kar û xebatên ciwanan dibe û li dijî polîtîqayên qirêj ên li ser ciwanên Kurd têdikoşe.  Hevreyê me ku demek di kar û xebatan de dimîne, her tim dixwîne, lêkolîn dike û hewl dide felsefeya Rêbertî hîn baştir fêmbike. Hevreyê me Êrîş dibîne ku rizgariya gelê me tenê bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêkan e û di sala 2014’an tevlî refên gerîla dibe. Piştî ku perwerdeya şervanên nû diqedîne li axên bihuşt ên Heftanînê pratîka xwe ya ewil ya gerîlatiyê pêk tîne. Di demek kurt de bi kelecanek mezin tevlî jiyana pîroz ya gerîla dibe û bi hevreyên xwe re dibe yek.

Hevreyê me Êrîş di êrîşa qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê li ser gelê me yê Êzidî pêk anî, bi hevalên xwe re diçe Şengalê û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û di rizgarkirina gelê me de rolek giring dilîze. Hevreyê me yê ku erka xwe bi serkeftî bi cih tîne, cardin bi hezkirinek mezin vedigere çiyayên pîroz ên Kurdistanê. Hevreyê me bi tecrubeyê xwe yê gerîlatî û mukemeliyeta xwe ya li qada leşkerî di demeke kurt de digihêje asta fermandariyê û derbasî Botanê dibe. Hevreyê me Êrîş bi pratîka xwe ya bi hêz hem di nav şer de û hem jî di nav jiyanê de pêşengiyê ji hevalên xwe re kir. Bi kesayeta xwe ya dilnizm, kedkar û hezkirina xwe ya hevretiyê hurmeta hemû hevalên xwe qezenç dike. Mîrateya têkoşînê ya hevreyê me Êrîş ê ku di nava refên têkoşîna azadiyê de bi lehengiyek mezin şer kir û pêşengiyê ji hevalên me re kir, wê her tim bîr û têkoşîna me de bijî û rêya me ronî bike.”