Çalakiyên gerîlayan ên ji bo silavkirina berxwedana di tunelan de didome

Hêzên Botanê ji bo silavkirina berxwedana di tunelên şer de çalakiyek li dar xistin. Herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev agahî da:

“Tîmên me yên bi tevger li hemberî tevgera dagirker li her dera Kurdistanê çalakiyên xwe didomînin. Hêzên me taktîkên gerîlatiya serdema nû di nav hev de bi kar tîne û di van çalakiyên profesyonel de derbên giran li dagirkeran dixin. Hêzên me êrîşên dagirkeran yên ku bi hezaran dagirker û teknîka zêde bi kar tînin, pûç dikin. Di van çalakiyên profesyonel ên hêzên me de 9 dagirker hatine cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê 11 caran bi bombeyên nukleer û çekên kîmyewî, 14 carean bi balefirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û bi sedan caran jî bi tank, hawan, obus û çekên giran bomberdûman kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin, wisa ne;

Di çarçoveya Pêngava Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn–Şehîd Şervan Êrkendî de;

Dagirkerên ku li derdora Gundê Omyanisê bi cih bûne ji bo ewlekariya rêya dagirkeriyê ya li herêma Besta bûn, tîmên me yên bi tevger di 22’ê Tîrmehê de ev dagirker xistine bin kontrola xwe. Li dijî dagirkerên di bin kontrolê de bi taktîka vedizînê çalakiyeke serkeftî hate lidarxistin. Saet 20.00’an tîmên me yên bitevger bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Tîmên me yên bi tevger ên ku di demeke kurt de derbên giran li dagirkeran xistin, eşkere kirin ku herî kêm 7 dagirker hatine cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku di saetên şevê de bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji herêmê derdixîne, 23’ê Tîrmehê saet 06.00’an li qada çalakiyê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon di 28'ê Tîrmehê de bê encam vekişiya.

Ev çalakiya hêzên me yên Botanê ji bo silavkirina berxwedana rêhevalên me yên di tunelên şer de bi qehremanî şer dikin hatiye organîzekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

29’ê Tîrmehê saet 18:20’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û  dagirkerek hate cezakirin. Dagirkerên ku xwestin paşve vekişin saet di 18:40’an de ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran û ferdî hatin hedefgirtin û careke din li wan xistin û dagirkerekî din jî hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 29’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê 11 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Hat tesbîtkirin ku madeyên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker bikar anîne bi rengên spî û kesk in û rê li ber bêhin girtinê digirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, hawan, obus, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 29’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço û çeperên şer ên Şehîd Adil bi dehan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 29’ê Tîrmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê balefirên keşfê geriyane.

Di 29’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Çemço û Saca 14 caran bi balafirên şer hatine bomberdûman kirin.

Di 28’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de, şewata li Qada Berxwedanê yê Girê Hakkarî didome.”