Hat îdiakirin ku 2 kesên ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatin qetilkirin, sivîl in

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû di daxuyaniyê de gotibû ku li Qelqeliyê “2 PKK’yî hatine kuştin.” Hat îdiakirin ku ji kesên hatin qetilkirin yek welatiyekê ku li gundê Bexlecî ya Îranê dijî ye û yê din jî penaberek e.

Hat îdiakirin ku daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Soylû ku gotibû li Qelqeliyê 2 PKK'yî hatine kuştin, ne rast e û ji kesên hatine kuştin yek jê welatiyekî ji gundê Bexlecî yê Îranê ye û yê din jî penaber e.

Hat îdiakirin ku twîta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya di 26'ê Tîrmehê de ku gotibû li bejahiya gundê Damlacik ê navçeya Qelqelî ya Wanê 2 PKK'yî ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin, ne rast e û ji kesên hatine kuştin yek jê ji gundê Bexlecî yê bajarê Xoy ê Îranê ye û yê din jî penaber e.