KURDISTAN
Kesayeta Kemal Pîr gelek hate nîqaşkirin, ji civakê re bû mal. Kesayetiya Riza jî wiha bû. Mîna civayê herikbar û di asta hîperaktîf de bi liv û tevger bû. Milîtanekî şoreşger, têkoşer, lêgerînvanekî mezin ê ku ji çalakiyê dibezî çalakiyê bû.
Gerîlayên ku biryara fesihkirin û çek berdana PKK’ê nirxandin, diyarkirin ku ew berdana çekê ne wekî teslîmiyetê lê wekî têkoşînekî berfirehtir dibînin û destnîşankirin ku bi saya şerê PKK’ê îro aştî tê nîqaşkirin.
Alîkara Baroya Amedê Şîlan Çelîk diyar kir ku Paketa Darazê ya 10'emîn bersiv neda bendewariyan û got, têkildarî sererastkirinên qanûnî yên li ser pêvajoyê divê gav bêne avêtin.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva sereke di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de avakirina civakî be.”
Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin. Êrîş bi giranî li Zap û Metînayê têne kirin. Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn. Hêzên gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrîşan.
Hemû Nûçe
-
Tankek hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna cangoriyên ku li Zaxoyê di qetlîama dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn hin çalakî li dar xistin. Di çalakiyên tolhildanê de 5 dagirker hatin cezakirin, tankek û dronek hate îmhakirin.
-
-
-
-
Malbata Şenyaşar: Ji xeynî edaletê tu rêyeke din tune
Malbata Şenyaşar: “Birîna bêedaletiyê ya li Rihayê hatiye vekirin, hêj jî xwîn jê diherike. Em ê nedin jibîrkirin û dev jê bernedin. Em ê nehêlin ji rojevê bikeve. An edalet an edalet. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne”
-
HPG: Di eniya herî pêş de bi awayeke fedaî şer kirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Di operasyona ku artêşa Tirk a faşîst ber bi Rojavayê Zapê ve berfireh kir de hevrêyên me Armanc û Rewşen bûn yek ji hevrêyên me yên di eniyên herî pêş de li dijî dijmin bi awayeke fedaî şer kirin.
-
-
Ferhad Merdê: Bila ew rojên fermanê venegerin
Helbestvan Ferhad Merdê bal kişand ser fermana 2014’an û got, “Nabe fermanek li ser civaka Şengalê pêk bê û em bêdeng bimînin. Nabe berxwedaniyek çêbe û em pesna wê nedin. Nabe xiyanetek li Şengalê çêbe û em bi rêya stran û helbestan wê teşhîr nekin.”
-
Li Wanê dewlet bikaranîna maddeyên hişber teşwîq dike
Li Wanê van salên dawî di nav ciwanan de rêjeya bikaranîna maddeyên hişber dest bi zêdebûnê kiriye. Bazirganên narkotîkê ku di nav wan de berpirsên dewletê jî hene, bi taybetî li taxên ku xaniyên erdhejê lê hatine avakirin maddeyên hişber difroşin.
-
-
-
-
-
Gerîlayên HPG’ê tankek rûxand
Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê şeva 24’ê Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tankek artêşa Tirk a dagirker rûxandine.
-
HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin
HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky ya ku dixwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûye hedefa gerîlayan û got “Piştî ku agir bi helîkopterê ket, helîkopter ket erdê û dagirkerên tê de hatine cezakirin.”
-
-
Malbata Şenyaşar 504 roj in ji bo edaletê nobedê digirin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin 504 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Malbatê bang li şahidê qetlîamê Parlamenterê AKP'ê Ahmet Eşref Fakîbaba kir û got ku eger Fakibaba ji dil be, bila were helalîye ji dayê bixwaze.
-
-
HPG’ê dîmenê çalakiya Kanîmasiyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li hemberî Qereqola Kanîmasiyê ya artêşa Tirk weşand. Di çalakiyê de 8 dagirker hatibûn cezakirin û konekî leşkerî jî hatibû îmhakirin.
-
-
Gaziyê Şengalê: Em amade ne, îro jî ji bo Şengalê şer bikin
Ciwanê ji Qamişloyê Zerdeşt Feyrûşa Elî di dema fermana Êzidiyan de di nav hezên YPG’ê de xwe gihandibû hawara gelê Êzidî û di şer de birîndar bibû. Zerdeşt di kêliyên zor û zehmet de şer dike û dibêje, “Ez amade me careke din ji bo Êzidiyan şer bikim.”
-
Di êrîşên dagirker de heywan jî tên qetilkirin
Bijîşk Firat Riha diyar kir dema ku dewleta Tirk a ku xwezaya Kurdistanê bomberdûman dike, di bomberdûmanan de gelek heywan jî tên qetilkirin û bang li heywanhezan kirin ku bila helwestê nîşanî vê rewşê bidin.
-
-
-