Malbata Şenyaşar: Li ber deriyê edliyeyê berxwedaneke dîrokî heye

Malbata Şenyşar ku li Rihayê zêdetirî 500 roj in têkoşîna ji bo edaletê didomîne, diyar kir ku li ber deriyê edliyeyê li dijî zilmê berxwedanek dîrokî heye.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dikin.

Nobeta edaletê di 9’ê Adarê 2021’an de destpêkir. Ji ber ku dawiya hefteyê avahiya edliyeyê girtî ye, çalakî di roja 510'an de li mala malbatê a li Pirsûsê dewam dike.

Malbata Şenyaşar di roja nû ya çalakiyê de li ser medya dîjîtal ev peyam hate parvekir:

“Di demên dawî de li bajarê herî xweş ya Tirkiyeyê herî zêde mijara deriyê Edliyeyê Rihayê tê niqaşkirin. Li ber deriyê Edliye Rihayê li dijî zilmê berxwedanek dîrokî heye.”