Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin

Li gundê Zêvkan ê girêdayî navçeya Geverê 6 kesên ku waliyê bajêr ew wek “endamên rêxistinê” hedef dabûn nîşandan hatin destgîrkirin.

Di 27’ê Tîrmehê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê leşkeran bi ser gundê Zêvkan de girt û ji heman malbatê Kemal, Xalid, Şivan, Mûrat, Nîhat û Şukru Polat destgîr kirin. 6 kesên ku 4 roj bûn li fermandariya cendirmeyan a navçeyê dihatin ragirtin, îro piştî kar û barê îfadeyê sewqê Edliyeya Geverê hatin kirin.

Piştî kar û barê dozgeriyê yên li edliyeyê her 6 kesên ku bi îdiaya “arîkariya rêxistinê kirine” sewqê Dadgeriya Ceza û Silhê ya Geverê hatin kirin, hatin girtin.

Her 6 kesên ku hatin girtin, birin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.

WALÎTIYÊ HEDEF NÎŞAN DA

Parêzer Necat Polat anî ziman ku biryara girtinê ya ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn ne hiqûqî ye û wiha got: “Tu bingehê vê biryarê nîne. Di daxuyaniya walîtiyê da miwekîlên berê wek endamên rêxistinê hatibûn aşkerekirin. Lewma desthilatdariya ku biryara girtinê dide walîtî ye. Wekî din, em dizanin ku di dosyayan de di heman rewşê de tu kes nehatine girtin. Nayê zanîn ku ji heman malbatê 6 kesên ku tenê karê wan cotkarî ye bi hincetên razber bi vî awayî hatin girtin. Girtina kesekî 72 salî bi hinceta milîs e, nayê vegotin.”