10’emîn salvegera Heyva Sor a Îtalyayê hat pîrozkirin

10’emîn salvegera Heyva Sor a Kurdistan a Îtalyayê bi şevekî bi coş hat pîrozkirin.

10’emîn salvegera Heyva Sor a Kurdistan a li Îtalyayê bi beşdariya Kurd û bi sedan dostên Îtalyan li Livornayê bi şevekî taybet hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de axaftin, stran û xwarinên Kurd ên kevneşop cih girtin. 

Moderetoriya şevê Alessia Manzi kir.

Di axaftinên vekirinê yên bernameyê de rêveberên Heyva Sor, nûnerê Şaredariya Livorna Pocca Garufo, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Dr. Fuad Omer, nûnerê Koordînasyona Têkiliyên Derve yê Îtalyayê Yilmaz Orkan, nûnerê Heyva Sor a Kurdistan a Elmanyayê Rifat Akter, parêzer Ezio Menzione, Un Ponte Per, Staffetta Sanitaria û nûnerên saziyên Verso Kurdistan cih girtin.

Di axaftinan de alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Kurdistan ên heta niha, girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd û xurtkirina piştevaniya di navbera gelan de hate nirxandin. Beşdarên şevê diyarkirin ku wê ev yekîtî di salên pêş de mezintir bibe.

Piştî axaftinan hunermenda Kurd Aştî Abdo û koma muzîkê ya Îtalyan Assalti Frontalî bi stranên xwe beşdaran coşandin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Bijî biratiya gelan” hate berzkirin û bi peyama xurtkirina piştevaniya gelên Îtalyayê bi dawî bû.