KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Selah Saleyî: MÎT’a Tirk desthilata herêma Kurdistanê bi rê ve dibe
Çavdêrê siyasî Selayî anî ziman “Ji bo destihaleteke ku li Başûrê Kurdistanê cihê mixabinî û şermezariyê ye ku ji bo berjewendiya hizbî bazirganiyê bi xwîna Kurd û pêşeroja gelê Kurd dike.” -
Qetlîama 33 gule: Bi qasî qetlîamê helwesta dewletê jî hêrsa me zêde dike
79 sal ji ser qetlîama 33 gule derbas bû lê dewlet hê jî Mûglali wekî qehremanekî dibîne. Parêzer Jiyan Ozkaplan got “Rûbirûn pêk nehatiye û şerm jî nakin.” -
Civaka Êzidî wê stûyê xwe xwar neke
Endamê Fermandariya Akademiyên Şehîd Mam Zekî Kendal Çiya diyar kir gelê Êzidî rêxistinbûna xwe ya di warê leşkerî, siyasî û civakî de pêk aniye û ew ê rêxistinbûna xwe geştir bike. -
HPG: 17 dagirker û hevkar hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (NRÇ-HPG) ragihand ku di çalakiyên “tolhildanê” yên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk de 17 dagirker û hevkar hatine cezakirin. -
Peyama NPG'ê ya pîrozbahiyê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê hemû fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara pîroz kir. -
HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got “Wekî mîmarên berxwedana îro wan di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stendin.” -
Li Zêvkanê piştî ku 6 kes hatin destgîrkirin, operasyona leşkerî hate destpêkirin
Piştî ku dewleta Tirk li gundê Zêvkan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê 6 welatî destgîrkirin, bi saetan gund dorpêç kirin û piştre li bejahiya gund dest bi operasyona leşkerî kirin. -
Li Amedê milîsên HBDH'ê li dewriyeya polîsan xistin
Milîsên Mordem Erîş (Vedat Bîngol) a HBDH'ê ragihand ku li Amedê ji du aliyan ve li dewriyeya polîsan xistine. -
Ferhat Şiblî di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn. Şiblî di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatibû qetilkirin. -
Qetilkirina kolberan didome: Kolberek hat kuştin, 4 kolber jî birîndar bûn
Li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê ji nêz ve gule li komek kolberan reşand. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Bagokê operasyoneke leşkerî da destpêkirin
Duh bi şev li çoltera Çiyayê Bagokê artêşa Tirk a dagirker operasyonek leşkerî da destpêkirin. Ji ber operasyonê li hinek gund û mezrayan derketina derve hate qedexekirin. -
Agahî ji du aktivîstên Hewlêrê nayê girtin
Ji aktivîstên bi navê Heysem Fuad Saleyî û Hogir Pîrbal ên li Hewlêrê ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hatin destgîrkirin, agahî nayê girtin. -
Li Mamreşoyê 3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Star’ê li herêma Mamreşo ya Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di çalakiyê de 3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin. -
Ferhat Şiblî bi merasimekê hate bibîranîn
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çileya Şehîd Ferhat Şiblî de ew bibîr anî bang li saziyên herêmî û navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û qada hewayî ji firînê re bigirin. -
HPG: 36 dagirker hatin cezakirin derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên tîmên bi tevger ên HPG’ê de 36 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 dron hate îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin. -
Malbatên girtiyên nexweş banga piştevaniyê kirin
Malbatên girtiyên nexweş diyar kirin; “Em ê heta dawî xwedî li zarokên xwe derkevin” û banga piştevaniyê kirin. -
Karayilan: Divê li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî were avakirin!
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku mêtingeriya dewleta Tirk û êrîşkariya wê xwe li Başûrê Kurdistanê serwer dike û li hemberî vê mêtingeriyê helwesteke Kurdistanî dikare were avakirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar bûn
Doh şev li 2 herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber gulebarana hêzên Îranê û teqîna mayinê 2 kolber birîndar bûn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqola Sîrê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker ku di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, weşand. -
Xal Elî: Min bavê xwe di nav cenazeyê 60 kesan de dît
Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî behsa bîranînên xwe yên dema fermana sala 2014’an kir û diyar kir ku armanca fermanê qirkirina civaka Êzidî bû û got: “Di dema fermanê de ji me re gotin hûn nebin Misilman em ê we bikujin lê me qebûl nekir.” -
Cerdevan li Wanê terorê dikin
Li Wanê di meha Tîrmehê cerdevanan bi çekên dewletê gelek êrîş kirin û di van êrîşan de 6 kes hatin qetilkirin. -
Mam Faris: Iraqê fêm kir ku dewleta Tirk dagirker e
Serokê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê Faris Hisên: Pêwîst e Herêma Kurdistanê derfetê tomarkirina giliyê ya li Neteweyên Yekbûyî veguherîne vê yekê ku ji êrîşên Tirkiyê re sînorekî diyar bike. -
Dayik û bavê Şehîd Rênas Roj spasiya QSD’ê kir
Dayika û bavê Fermandarê YPG’ê Rênas Roj Amîne û Seîd bi peyamekê spasiya QSD’ê kir ku noker û xayînên destê wan di şehîdkirina zarok û şervanên wan de hene, girtine. -
Li Çemço herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin
Hat ragihandin ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de herî kêm 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin. -
Girtiyê ku dereng hate berdan, jiyana xwe ji dest da
Kazim Kalbîşen ê ku rapora wî ya ji sedî sed astengdar e hebû, ji ber ku dereng hate berdan û destûr nehatibû dayîn dermanê xwe bixwe, jiyana xwe ji dest da.