Li Colemêrg û Wanê zarok ji ber ava gemarî nexweş dikevin

Li Colemêrg û Wanê hejmara zarokên ku ji ber verişîn, navçûyîn û tîna zêde ya laş serî serî li nexweşxaneyê didin, gelekî zêde dibe. Hevseroka Şaxê Colemêrgê ya SES'ê Gulay Çetîn got, divê ava vexwarinê bê kelandin û piştre ji zarokan re bê dayin.

Bi havînê re li bajarên Colemêrg û Wanê, servîsên lezgîn û beşa zarokan a nexweşxaneyan bi zarokên nexweş tijî bûne. Tê gotin, ji ber ava vexwarinê mehdê zarokan dixele, verdişin, canê wan disincire û nava wan diçe. Doktor pêşniyarê dikin ku beriya vexwarinê, av bê kelandin û piştre ji zarokan re bê dayin.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê ya Colemêrgê (SES) Gulay Çetîn anî ziman ku hejmara zarokên ji ber van nexweşiyan serî li nexweşxaneyan dane zêde bûye. Gulay Çetîn diyar kir ku zarokên bi van nexweşiyan ketin divê tavilê rakin nexweşxaneyê û got, "Sedema esasî ya rûdana van nexweşiyan nepaqijkirina depoyên avê ye. Eger depoyên avê bi baldarî bê paqijkirin wê nexweşiyên bi vî rengî rû nedin. Divê haya malbatan bi taybetî ji vê mijarê hebin. Malbatên ku nexweşiyên bi vî rengî li zarokên wan der bûn, divê tavilê serî li nexweşxaneyê bidin. Divê nexweşiyên wiha cidî bêne dîtin. Gelekî girîng e ku zû bêne tedawîkirin."

Gulay Çetîn her wiha destnîşan kir ku ava vexwarinê divê teqez bê kelandin û piştre ji zarokan re bê dayin û got, "Ava li depoyan tijî vîrus û bakteriyên xerab dibe. Divê malbat bi vê zanibin û bi vî rengî avê bikelînin. Her wiha bar dikeve ser milê şaredariyan. Divê depoyan bi rêk û pêk paqij bikin. Mafê her kesî ye ku ava paqij vexwe. Saziyên pêwendîdar divê bi erka xwe rabin û bi tenduristiya civakê nelîzin."