Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Alkan nebaş dibe

Îbrahîm Alkan ê 67 salî li Girtîgeha tîpa F a Wanê tê girtin û rewşa wî ya tenduristiyê xerab dibe. Bûka Alkan Pinar Alkan got, "Her roja ku em bêdeng dimînin, li girtîgehê mirov dimirin" û banga hestiyariyê kir.

Li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 600 girtiyên nexweş hene. Rewşa tenduristiyê ya temamiya girtiyên nexweş jî giran e. Li gel raporên doktor û nexweşxaneyê jî girtiyên nexweş ne têne berdan ne jî têne dermankirin. Hikumeta AKP-MHP'ê girtiyên nexweş bernade û bi vî rengî mirinê li wan ferz dike.

Yek ji van girtiyên nexweş jî Îbrahîm Alkan ê 67 salî ye. 3 sal in li girtîgeha Tîpa F a Wanê tê hiştin. Nexweşiyên dil, tansiyon, diyabet, kolesterol û prostat û gelek nexweşiyên din pê re hene.

Rewşa tenduristiyê ya Alkan nebaş dibe ku ev yek malbata wî dixe nava fikaran. Malbat dixwaze ku Alkan tavilê bê berdan û li nexweşxaneyê bê dermankirin.

Bûka Alkan Pinar Alkan anî ziman ku xezûrê wê di 9'ê Hezîranê de anjiyo bû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê 3 rojan di beşa lezgîn de ma. Alkan diyar kir ku du rehên dil ên xezûrê wê bi anjiyo hatin vekirin, yek nekarî bê vekirin û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya xezûrê wê nebaş dibe, ji ber rehê ku nekarî bê vekirin gelekî diêşe.

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Alkan anî ziman ku hiştina xezûrê wê bi vî rengî li girtîgehê, binpêkirina mafê mirovan e û got, "Xezûrê min ji xwe bi gelek nexweşiyan ketiye. Herî dawî ji ber emeliyata ku lê hate kirin nedibû ku li girtîgehê bimîne. Ji ber nexweşiyan, li girtîgehê hewcedar e. Bi taybetî raporên nexweşxaneyê û doktoran vê yekê nîşan didin. Hiştina mirovekî ewqasî nexweş li girtîgehê ji xwe sûc e. Yên ku xezûrê min bernadin sûcê li dijî mirovahiyê dikin."

BILA GIRTIIYÊN NEXWEŞ BÊNE BERDAN

Alkan têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş bang li raya giştî û saziyên civakî yên sivîl kir û got, "Ev mirov li pêş çavan dimirin. Mixabin hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê raya giştî bêdeng e. Saziyên ku dengê van mirovan dibihîzin jî kêm dimînin. Ji bo mirov hîn bêhtir li girtîgehan nemirin, divê baldar bin. Ji ber ku bêdengî dibe sedem ku her roj li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk em dikarin bibin dengê van mirovan. Em dixwazin ku girtiyên nexweş tavilê bêne berdan."